'Resmê mezin îlluzyon e'

Pêşangeha Rêxistina Efûyê ya Şûbeya  Tirkiyê ya bi navê ''Resmê Mezin'' mafê binpêkirina mirovan a li Tirkiyê yan van demên dawî daye ber xwe, têgîna ''Resmê Mezin'' jî bi rengê derewa otorîteyê tê pênasekirin.

Şûbeya Tirkiyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî ji ber salvegera 70'yî ya Danezana Mafê Mirovan a Gerdûnî li DEPO Stenbolê pêşangehek bi navê ''Resmê Mezin'' vekir, ku di pêşangehê de xebateke Zehra Dogan jî heye. Pêşangeha ku di navbeyna 20'ê Mijdarê û 30'ê Kanûnê de wê vekirî be binpêkirina mafê mirovan daye ber xwe.

Pêşangeha ku ku li ser têgîna 'resmê mezin' hatiye danîn, a rast bi pozîsyoneke wiha ye ku vê pênaseyê rexne dike. Ev xebat dibêje, resmê mezin tenê îlluzyonek e ku ji hêla otorîte û desthilatan ve hatiye avakirin û li navenda wê jî parezvanên mafê mirovan datîne. Tê gotin li dijî şîlotiya ku vê îlluzyonê ava kirî, bibîranîn, ji bo geşkirina hêviyê bi hev re bûyin, hilberandin berisva herî mezin e li dijî vî resmê mezin.

TABLOYA ZEHRA DOGAN

Xebata bi navê ''Cenaze'' ya nûçegihan û şêwekar Zehra Dogan jî li vê pêşangehê heye ku Zehra Dogan nûçegihanê JINHA'yê bû, ku JINHA  bi BHQ'yekê hatibû girtin. Tabloya Dogan a beriya ku were girtin, 2016'an hatibû çêkirin û dema dorpêçên bajaran temsîl dike.

Li gel xebata Dogan gelek xebatên din hene ku binpêkirina mafê mirovan kirine mijara xwe.

Xebateke bi navê 'ÎSTÎKRAR' ya Arzû Yayintaş û Nerîman Polat jî heye, ku 2016'an bi 3322 bizmaran peyva 'ÎSTÎKRAR' nivîsîbûn, ku her yek ji van bizmaran temsîla sivîl, leşkeran dike, ku dema dorpêçan mirine û temsîla wan  kesên ku li ser kar mirine û li ber avên Tirkiyê fetisîne. Hunermend peyva 'îstîkrar'ê ku desthilat pir bi kar tînin, bi mirinê re dikin yek û wiha didin. Hunermend diyar dikin ev binpêkirina mafê mirovan, tim îstîkarar aborî û polîtîk ser wan tê nixumandin û hunermend dibêjin tekane îstîkrar mirin e.

Ji bilî xebatên gelek hunermendan di pêşangehê de hene.

Navê hunermendên ku xebatên wan li pêşangehê têne nîşandan:

Arzu Yayintaş, Asli Alpar, Başak Bugay, Bengu Karaduman, Berrîn Simavlioglu, Candaş Şîşman, Cansu Gursu, Çagrı Saray, Ethem Onur Bîlgîç, Fatoş İrwen, Gumuş Ozdeş, Hakan Gursoytrak, Halîl Yavuz Erturk, Kemal Gokhan Gurses, Lamîa Karaalî, Memet Gureli, Murat Başol, Nalan Yirtmaç, Nermîn Er, Neriman Polat, Nazim Dîkbaş, Sevil Tunaboylu, Oguz Demir, Tan Cemal Genç, Zehra Dogan, ZULAL.