Hilweşîna rejîma Esad hevsengiyên leşkerî û siyasî yên li Sûriyeyê bi rengekî radîkal guhertibe jî paşeroja vî welatî hîn nediyar e. Hilweşîna rejîmê şer û rageşî bi temamî neqedand, lê li gel vê yekê jî civaka navneteweyî bi lez û bez têkilî bi aktorên nû re danî û ji bo avakirina 'Sûriyeya nû' dest bi pêvajoya dîplomatîk kir.
Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ku valahiya desthilatdariyê bi lez dagirt, bi karê rêveberiya pêvajoya demkî rabû. Lîderê HTŞ'ê Ebû Mûhammed el Colanî hîn jî weke fermandarê komeke çekdar tê dîtin, lê aktorên navneteweyî hêvî dikin ku veguherîneke siyasî pêk bîne û di mijara jinûve avakirina Sûriyeyê de bibe fîgurekî sereke.
Lê belê ev rewşa xweşbîn di demeke kurt de veguherî fikaran. Bi taybetî agahiyên li ser qetilkirina Elewiyan a li herêmên peravî yên welêt hem li nava raya giştî hem jî li nava derdorên navneteweyî bû sedema nerazîbûnên mezin. Rêveberiya bi serkêşiya Colanî têkildarî van êrîşan helwesteke şênber nîşan neda, bi vî rengî fikar zêde bûn ji dema nû wê hevgirtî û aştiyane nebe. Li gel van hemû bûyeran jî êvara 29'ê Adarê Colanî yê ku navê Serokkomariyê li xwe kir desteya 'Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê' ya ji 23 kesan eşkere kir. Lê belê desteya hate eşkerekirin nîşan dide ku dûrî cihêrengiya civakî ya li welêt e û bi temamî xwedî feraseteke yekperest e. Pratîkên siyasî yên Colanî ku xwedî meylên otorîter e û feraseta wî ya rêveberiyê ya dûrî pirrengiyê, li nava civaka navneteweyî bû sedema rûdana pirsên cidî yên li ser veguherîneke rasteqîn a li Sûriyeyê.
Li aliyê din, dewleta Tirk ku piştevanê herî mezin ê HTŞ'ê ye û komên wê yên çete êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dagirkeriya xwe ya li herêmê dewam dikin.
Hevseroka Tevgera Dostaniya Navbera Gelan û Têkoşîna li dijî Nijadperestiyê (MRAP) a navenda wê li Fransayê ye Renée Le Mignot êrîşên li ser Rojava û girîngiya modela Rojava ji bo paşeroja Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand.
'LI ROJAVA ŞER Û SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ TÊNE KIRIN'
Renée Le Mignot anî ziman ku piştî hilweşîna rejîma Esad li welêt guhertineke mezin nebû û destnîşan kir ku berevajî bendewariyan komkujiyên li welêt û hebûna mêtingeriyê ya welatên biyanî ya li Sûriyeyê dewam kir. Renée Le Mignot bi bîr xist ku dewleta Tirk ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê û vir ve li hemberî Rojava polîtîkayeke dijminane meşand û got, "Êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê hem sûcê şer e hem jî sûcê li dijî mirovahiyê ye. Weke ku li Dadgeha Gelan a Rojava bi belgeyan hate destnîşan kir, dewleta Tirk li Rojava yekser êrîşê dibe ser sivîlan. Di serî de jin, zarok û malbat mirovên sivîl têne qetilkirin. Tirkiye ne tenê êrîşî sivîlan dike, di heman demê de xwedî wê nêtê ye ku sîstema civakî ya li Rojava bi temamî tine bike. Windakirin, koçberkirina bi zorê, ev hemû dikevin ber sûcên şer. Tinekirina çand û civakekê bi zanebûn sûcekî li dijî mirovahiyê ye."
'JI BO PKK JI LÎSTEYA TERORÊ BÊ DERXISTIN EM TÊDIKOŞIN'
Renée Le Mignot helwesta Ewropayê ya li hemberî dewleta Tirk rexne kir û anî ziman ku rêveberên Ewropî serî li ber şantajên Serokkomarê Tirk Erdogan ditewînin. Renée Le Mignot bi dewamî got, "Beriya niha tevlî wan dadgehan bûbûm ku sûcên Tirkiyeyê yên li hemberî gelê Kurd dihate darizandin. Di vir de encamên têkildarî PKK'ê ji bo me girîng bû. Dadgeh bûyerên di navbera PKK'ê û Tirkiyeyê de diqewimin weke şerekî çekdarî dibîne û bi şênberî nîşan dide ku PKK hurmetê nîşanî Peymanên Cenevreyê dide. Ya ku li Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê li gorî vê peymanê tevnagere dewleta Tirk bi xwe ye. Dema ku ev li ber çavan bê girtin, weke tevger em ji Fransayê dixwazin ku PKK'ê ji lîsteya 'terorê' derxîne.
'EWROPA SERÎ LI BER ŞANTAJÊ DITEWÎNE'
Li gel vê rastiyê jî gelê Kurd her tim ji berjewendiyên aborî û polîtîk re dibe qurban. Helwesta Ewropayê bi taybetî pêwendiya xwe bi şantaja Tirkiyeyê ya li ser koçberan heye. Tirkiye dibêje, 'Eger hûn binpêkirinên mafên mirovan şermezar bikin, ez ê sînoran vekim û hûn ê ji aliyê koçberan ve bêne dagirkirin'. Ev yek derewek e. Wekî din, ji bo berpirsyariyeke exlaqî ye ku deriyên xwe li mirovên ji şer û dîktatoriyê direvin re vekin. Ya ku Tirkiye dike şantaj e û Ewropa jî serî li ber vê şantajê ditewîne."
'ROJAVA JI BO ROJHILATA NAVÎN MODELEK E, DIVÊ BÊ PARASTIN'
Renée Le Mignot destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze sîstema Rojava tine bike ku ji bo demokrasiya Rojhilata Navîn modeleke bêhempa ye û got, "Modela Rojava ji bo demokrasiyê, jiyana bi hev re, mafên hindikahiyan -çi çandî çi jî civakî- mînakeke cihê hurmetê ye. Wekheviya jin û mêr jî gelekî girîng e. Li herêmekê ku tundiyeke gelekî giran li jinan tê kirin, li Rojava mafên wekhev û azadiya jinan bi ratî jî ji bo tevahiya herêmê mînakek e. Hebûna şervanên jin a li Rojava nîşaneya herî baş a hêza jinê ye. Mafên ku jin li vê herêmê xwediyê wan e, bi rastî jî awarte ye. Rojava di heman demê de tecrûbeyeke ekolojîk û civakî ye. Her çend hilweşîn lê tê ferzkirin jî ev sîstem ji bo Rojhilata Navîn mînakeke bêhempa ye û hem ji aliyê mirovî hem jî ji aliyê siyasî ve divê teqez bê parastin."
'PAŞEROJA SÛRIYEYÊ BI MODELA ROJAVA VE GIRÊDAYÎ YE'
Renée Le Mignot diyar kir ku rêxistina cîhadîst HTŞ a li Sûriyeyê bûye desthilatdar ji bo paşerojê metirsiyeke mezin e û anî ziman ku modela Rojava ji bo tevahiya pirsgirêkên li Sûriyeyê dikare bibe çareserî. Renée Le Mignot got, "Bi hilweşîna rejîma Esad re kêfa gelek mirovan hat lê belê li şûna dîktatoriyeke laîk eger dîktatoriyeke Îslamî bê, me li Îranê dît bê ev yek rê li ber çi vedike. Lewma heta li desthilatdariyê Îslamiyên radîkal hebin wê, em ê nikaribin baweriya xwe bi sîstema li Sûriyeyê bê avakirin bînin. Lê belê eger modela Rojava esas bê wergirtin, Sûriyeyeke demokratîk ava bibe, sîstemeke ku mafên Kurdan û hindikahiyên din nas dike ava bibe, ev yek ji bo Sûriyeyê bi rastî jî dikare bibe hêvî."