Rêkxistina Edil: ‘ Me helîkopterek ya Îranê xist’

Rêkxistina Edil: ‘ Me helîkopterek ya Îranê xist’

Rêkxistina artêşa Edil ya li Belûcistanê ragihandin helîkopterek ya şer a Îranê ji aliyê hêzên wanve hatiye xistin.

Li gorî nûçeyek ya malpera Edaletnews , rêkxistina artêşa Edil ya li Belûcistanê di hefteya borîde liser hêzên rijêma Îranê li navçeya Serawan êrîşek li darxistine û di encamê de helîkopterek ya şer a Îranê li navçeya Zengyan ketiye xarê.

Li gorî heman serçaweyan, rêkxistina Edil vê çalakiyê wekî bersîva li himberî êrîşên rijêma Îranê yên liser navçeya Kilahoy ya Belûcistanê ku di encamê de yek ji endamên rêkxistina Edil û zarokek têde hatibûn kuştin, lidarxistine.