Banga ku Rêber Apo di 27'ê Sibatê de li ser navneteweyî piştgiriyeke mezin dît. Aktorên li ser herêmê hesabên xwe hene hemûyan ragihandin ku ew bangê bi rengekî erênî pêşwazî dikin. Ne tenê dewletan her wiha demokrat, derdorên çep û sosyalîst ên li Rojhilata Navîn û cîhanê jî bang bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazî kirin.
Ji Rete Jin a li Îtalyayê Laura Quagliluolo jî yek ji wan kesayetan e. Laura Quagliuolo bersiv da pirsên ANF'ê û diyar kir ku ew xwe weke parçeyek ji tevgera jinê ya Kurd dibîne.
Laura Quagliuolo anî ziman ku Rêber Apo uekane lîder e ku li ser aştiyê rast diaxive û got, "Ji ber ku her kes qala aştiyê dike, lê belê ji aliyê din ve jî biçekbûnê teşwîq dike. Li şer digere."
'DIVÊ EM JI BO CIVAKA DEMOKRATÎK BIXEBITIN'
Laura Quagliuolo destnîşan kir ku divê kar ji bo civaka demokratîk bê kirin û got, "Divê em li her derê bixebitin. Em li Ewropayê di navenda 'cinawir' de ne. Ewropa herêmeke welê ye ku alîgirê şer û mêtingeriyê ye. Ji ber vê yekê gelekî girîng e ku têkoşîn ji bo guhertinê bê kirin."
Laura Quagliuolo fikrên azadiya jinê yên Rêber Apo bi bîr xist û got, "Di fikrê Abdullah Ocalan de azadiya jinê herî pêş e. Şoreşa jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat divê di asta sereke de bê bicihkirin û bi her awayî bê parastin. Bêguman divê di nava hemû têkoşînan de azadiya jinê sereke be."
Laura Quagliuolo ragihand ku azadiya Rêber Apo di asta bingehîn de girîng e û got, "Ji ber ku ew lîderê gelê Kurd e. Divê karibe dengê xwe bigihîne gelê xwe, bi wan re bixebite û bi hev re biryarê bidin bê divê çi bê kirin."