Alî Onder: Di dilê rastê yê Onder de lêdan heye

Birayê Sirri Sureyya Onder Alî Onder derbarê rewşa dawî ya birayê xwe de axivî û got: “Dilê rastê yê Sirri dixebite. Ev jî geşedaneke baş e.”

Tedawiya endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder a li beşa lênêhêrîna awarte ya li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê berdewam e. Malbata Onder, şandeya DEM Partiyê jî li nexweşxaneyê rewşê ji nêzik ve dişopînin û serdanên nexweşxaneyê qebûl dikin.

Birayê Sirri Sureyya Onder, Alî Onder derbarê rewşa dawî ya birayê xwe de axivî. Alî Onder bi lêv kir ku aliyê dil ê rastê yê birayê wî dixebite. Alî Onder anî ziman ku gelek kes hatine nexweşxaneyê serdana wan kirine û got: “Ji her aliyî ve hatin nexweşxaneyê serdan kirin. Bijîşkên ku ameliyat kirin jî mucîzeyek kirin. Rewşa wî ya stabil berdewam dike. Lê ew stabil li gor bijîşkan baş e. Heviya me jî ew e ku baş bibe. Helbet rewşa xeternek jî berdewam dike. Lê rewş niha ne xirab e. Heke birayê min baş bibe wê bi xêra duayan gel baş bibe. Ji bo wê em ji hemû kesan re spas dikin. Ji bo şiyarkirinê rojeke diyarkirî tineye. Li gor rewşê û başbûnê wê şiyar bibe. Roja anîn nexweşxaneyê aliyê dil ê rastê nedixebitî. Duh di seatên nîvro de ji me re gotin ku aliyê dil ê rastê jî lêdan heye ew yek jî ji bo me geşedaneke baş e.”