Talabanî: Balafirên Tirk nahêlin PKK kongreya xwe li dar bixe

Bafil Talabanî diyar kir ku balafir û dronên Tirkiyeyê her roj herêmê bombebaranan dikin û got, “Emerîkiyan bi dilgiranî ji min re gotin ku ‘dronên Tirkiye derfetê nadin PKK kongreya xwe lidar bixe.”

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî têkildarî banga sedsalê ya Rêber Apo û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji televîzyoneke taybet re axivî.

Bafil Talabanî ev tişt anî ziman. “PKK’ê agirbest ragihand û amadebûna xwe ji bo lidarxistina kongreya xwe fesih kirinê eşkere kir. Lê balafir û dronên Tirkiyeyê nahêlin ev yek bê kirin û her roj bombebaranan dikin. Di vê derbarê de heta Emerîkiyan jî bi dilgiranî ji min re gotin ku ‘dronên Tirkiye derfetê nadin PKK kongreya xwe li dar bixe.”