Serokwekîlên Koma DEM Partiyê wê bi Wezîrê Edaletê re rûnên

DEM Partiyê got, "Hevdîtina bi Wezîrê Edaletê re wê ji aliyê Serokwekîlên komê Sezaî Temellî û Gulistan Kiliç Koçyîgît ve bê kirin."

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî rewşa tenduristiyê ya endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ku li beşa çavdêriya awarte ya Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê tê tedawîkirin, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku tedawiya Onder a li beşa çavdêriya awarte didome. Her wiha îdiaya ku dihat gotin wê kesekî/a din li şûna Onder di Heyeta Îmraliyê de cih bigire jî hate derewandin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tedawiya Sirri Sureyya Onder a li beşa çavdêriya awarte ya li nexweşxaneyê didome. Partiya me bi hemû lijneyên xwe, bi hêviyeke mezin li nexweşxaneyê ye û em di wê baweriyê de ne ku hevalê me Sirri Sureyya Onder wê di demeke herî nêz de baş bibe û xebatên xwe li cihê mayî bidomîne.

Di vê mijarê de partiya me û raya giştî hesasiyeteke mezin nîşan dide. Lê mixabin, nûçeyên spekulatîf ên tu eleqeya wan bi rastiyê re nîne, tên belavkirin. Ji ewil em bibêjin; îdiaya ku tê gotin ku wê li şûna Sirri Sureyya Onder kesekî/a din di Heyeta Îmraliyê de cih bigire rast nîne. Partiya me ev mijar negirtiye rojeva xwe û nîqaş li ser nekiriye. Beriya her tiştî daxwaza partiya me ew e ku Sirri Sureyya Onder baş bibe.

Her wiha; ji ber rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder û karûbarê zêde yê Pervîn Buldan ê li nexweşxaneyê, wê Serokwekîlên Koma Partiya me bi Wezareta Edaletê re hevdîtinê bikin."