Qetlîama Rojava li Torîno hat şermezarkirin
Qetlîama Rojava li Torîno hat şermezarkirin
Qetlîama Rojava li Torîno hat şermezarkirin
Qetlîama li Rojava li Bajarê Îtalya yê Torîno hat şermezarkirin.
Kurdistaniyên ku li bajarê Torîno yê Îtaya dimînin ji bo şermezarkirina qetlîama li Rojava û li hemberî vê qetlîamê bêdengiya raya giştî ya çalakiyek li dar xistin
Di çalakiyê de dirûşmayên “Bijî Rojava”, “Bijî Kurdistan”, “Em hemû Rojavayî ne”, “Erdoganê El Qaîdeyî”, “Qatil Erdogan”, “Li ber xwe bide Rojava, li ber xwe bide Kurdistan, li ber xwe bide YPG”, “Bijî YPG”, “Bijî Rojava” hatin gotin.
Girseyê di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Her wiha piştî çalakiya ku dovîz û wêneyên qetlîam vedigotin timî di destan de hatin bilindikirin ji Pîazza Castello heta Vîa Garîbaldî meş pêk hat.
Girseyê ku çalakiya rûniştinê pêk anî, derbarê qetlîama Rojava de axaftin hat kirin. Piştî axaftinê çalakî bi çepikan bi dawî bû.