Qetlîama Parîsê li Dusseldorf hat protestokirin
Qetlîama Parîsê li Dusseldorf hat protestokirin
Qetlîama Parîsê li Dusseldorf hat protestokirin
Çalakiya protestoyî ya ji bo qetlîama Parîsê her çarşem li Dusseldorfê tê lidarxistin vê hefteyê jî berdewam kir.
Di çalakiya protestoyî ya îro de hat gotin ku li ser qetilkirina yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Endama KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez tevî ku 6 şeş meh derbas bûne jî heta niha têkildarî bûyerê tu daxuyanî nehatiye dayîn. Di çalakiya protestoyî de timûtim dirûşmayên “Şehîd Namirin” hatin gotin.
Di çalakiya protestoyî ya li ber Sefaretxaneya Parîsê ya li Dusseldorfê hat lidarxistin de di axaftinan de li ser polîtîkayên ku dewleta Fransa li hemberî gelê Kurd pêş dixe hat rawestîn û ji ber siyasetmedarê Kurd Adem Uzun girtiye jî dewleta Fransa hat şermezarkirin. Hat gotin ku divê Fransa dest ji “polîtîkayên xwe yên êrîşkar” berde û hat xwestin ku divê tevayî rastiyên li pişt qetlîama Parîsê werin derxistin û kiryar werin dadgehkirin.
“Di çalakiyê de ku peyama “Heta kiryarên bûyerê dernekevin holê em ê her hefte li vir bin!” hat dayîn, axaftin hatin kirin, belavok hatin belavkirin û sirûd hatin gotin. Çalakî bi dirûşmaya, “Sakîne, Leyla, Fîdan li vir in!” hat bidawîkirin.