Qarqotên kun ên serê Kurdan û Komkujiya Zîlanê

Qarqotên kun ên serê Kurdan û Komkujiya Zîlanê

Ji mehan Nîsan e... Rûbarê Zîlanê bi hemû coşa xwe ve diherike, wesayit li ber stranên Zelal Gokçeyê ji hevraziyê dadikeve jêr. Li jora evraziyê, ji zarokan di destê Mazlûm de qarqûtek ê serê mirovan heye û derdikeve jor. Em radiwestin û qarqûta di destê Mazlûm de digrin. Em diavêjin wesayitê de û êvarê vedigerin lojmanên xwe yên li gund. Ez û mamoste Ozcan bi saetan li serê qarqotê ku me li ser maseyê xwe daniye dinêrin û cigare dikişînin. Dibe sibe, Mazlûm dibêje; “Mamosteyê min, li wir gelek qarqot hene.”

Em diçin wî cihê ku Mazlûm got; rûbar goristanek li ber xwe aniye, tiştên ku ji hestiyan mane, qarqotên serê mirovan in û, bi şafir û remilan ve mane. Me wana yek bi yek ji wir derxist û li goristana Seyid Riza spart axê. Hestiyên 80 salî yên Kurdan gihiştine nava Gola Wanê. Beriya ku em bispêrin axê, Ozan di ser serê qarqotekê re li aliyê din dinêre. Dibe ku gulle li serê wî xistibin. Serê qarqotek kun ê serê Kurdan... Jinên gund tên. Bi rastî armanca me ew bû ku saziyek peywendîdar van serê mirovan lêkolîn bikin. Gundiyên Kurd ên li vir dizanin ku serên pêşiyên wan in. Dixwazin a niha bispêrin axê. Ev pêwîstiyek rêzdarî û teolojiyê ye. Lê dilê me rehet e, em dizanin li kû spartine axê. Heman rojê, dibe êvar. Em biryara belgefilmek didin.

ŞAHIDÎ HEV DU DIŞOPÎNIN

Dibe sibe, em bi wesayita xwe ya modela 1985’ê ve, bi wênekêş bi stûyê xwe ve, em li hemû gelî û newalên komkujî lê pêk hatine digerin û amadekariya xebatên xwe dikin. Piştî çend rojan, em kamerayek peyda dikin û bi Îkram Îşler re, dest bi kişandin belgefilmê dikin. Ji kesên ku ji gundê Meydanokê ji komkujiyê rizgar bû Tahir Nas, kêlî bi kêlî ji me re qala komkujiyê dike. Di roja duwemîn de jî Nûçegihanê DÎHA’yê Îdrîs Yilmaz jî bi me re ye. Alî Taştan birîna 80 salî ya di lingê xwe de nîşanî me dide. Em diçin ser kavilên gundê Mîrşûdê. Li wir deryayek a gorrên komî dibînin. Dewletê dest daniye ser axa vî gundî. Bi kirê dane muteahîdekî Xarpêtî. Li her derê motorên avê dixebitin. Piştî wê şahid û şahidî dibin pey hev.

Birîna Zîlanê kul bûye, hîna jî xwîn jê tê. Em diçin qada komkujiyê ya li gundê Hesenevdalê. Li gorî gotinên gundiyan, hîna jî di nava keviran de hestî hene. Em dest bi lêgerîna hestiyan dikin. Zarokên gund jî bi me re tên û alîkariya me dikin. Ez difikirim ev hevok tê bîra min “Neviyên Zîlanê li hestiyên wan digerin”. Her kes ji xebatek wiha dilxweş e. Ji ber ku dê qêrîna 80 salan a Zîlanê bê ziman. Em piştre jî diçin gundê Qirgizan ê ku li ser 12 gundên Kurdan ên ji aliyê dewletê ve hatine wêrankirin, hatiye avakirin. Roja yekşemê ye. Li gund dawet heye. Rastiyê dizanin, lê xwe diavêjin bextê bêçaretiya xwe û dibêjin; “Talîbanan me dikuştin, em reviya Tirkiyeyê. Dewletê ev der daye me, em çi bikin?”. Êşek li ser êşek din zêde dibe. Mirovên çavkişandî bi şermoke û bi keder li me dimeyzînin. Em ji wir vediqetin. Diçin ba şahidek din ê bi navê Mîrza Akmaz. Mîrza Akmaz dibêje ku wî di komkujiyê de hemû xizmên xwe wenda kiriye, lê leşkerek Kurd ew rizgar kiriye. Kişandina dîmenên belgefilma li Zîlanê di çend hefteyan de diqede. Lê hîna jî bêhna xwînê ji Zîlanê tê. Navê belgefilmê diyar dibe; “Newala Xwînê Zîlan 1930”

EM DIKEVIN PEY KESÊN JI ZÎLANÊ HATIN DERXISTIN

Di dawiya meha hezîranê de, em dikevin pey kesên ji Zilanê hatin derxistin. Em ji ser Edeneyê dadikevin perava Akdenîzê. Di navbera Torosan da gundekî Zilanê heye. Navê wê hatiye guhertin. Navê kirine Gumuşdamla. Çemê ku di navbera gund re derbas dibe navê wê kirine Zîlan. Lê ji xwe re dibêjin ‘em tirk in’. Asîmîlasyon pir serkeftî ye. Ji wir em diçin navçeya Bucak a Burdurê. Mala hilweşiya ku li navedana navçeyê cih digire jê re dibêjin ‘Xerabeya kurdan’. Em bi Suleyman û Murat Şencan re tên cem hev. Kalê wan ji gundê Hacikaş ya Zilanê hatiye derxistin. Dema em behsa belgefîlmê dikin heyecana wan zêde dibe. Diyar dikin ku wan pir bêriya xizmên xwe yên ku nedîtine kirine. Ji wir em diçin bajaroka Akbuk a Dîdîmê. Bi min re jî heyecan heye. Ji ber ku ev der welatê me yê malbatî yê duyemîn e. Bavê min li vir hatiye dinê. Em surgunê vê derê kirine. Min jî dişibînin kalê min. Ez li gel dêra Rûm ya li gel xaniyê kalê min Yusuf yê peravê, bêhna xwe vedidim. Tu kes min nas nake. Bav û kalê min nas dikin. Hevsera mamê kalê min, Makbule min hembêz dike. Kal û pîr bi kurdî diaxivin. Gelek kêfa min tê. Ez bi eleqeye mezin têm pêşwazîkirin. Kesên temenê wan pir ne mezin e behsa bavê min û bîranînên bi wî re dike. Yên kal jî behsa kalê min dikin.… Piştre diçim goristana bajarokê. Gorrên kevn gelek zêde ne.

JI BO MUSTAFAYÊ KURD PAŞNAVÊ POMAK

Pîra Şohret, bê navber ji min dipirse kal û pîr ên xizmên wan dijîn an na. Piştre dibêje: “Dema em nû hatin vê derê gelek jî ji ber ava bîra ku ji Rûman mabû vexwar pê mirin. Ev gorr ya wan e.” Roja duyemîn em ji wir vediqetin. Em diçin bajaroka Sazli ya Sokeyê. Li wir meta min ya mezin bi rukenî dibêje: “Dema em nû hatin vir me zeytun nedixwar. Me digot ev bihuk in.” Trajediyekê li ser zeytunê vedibêje. Piştre em derbasî bajaroka Beyova ya navçeya Akhîsara Manîsayê dibin. Li wir xizmên Reşoyê Silo ku sembola berxwedana Zîlan e, heye. Li hewşê em seyên ku cinsê wan ne yên vir in dibînin. Li vir Reşo me pêşwazî dike. Navê kalê wî Reşo li wî danîne. Di simbêlên wî de, êş û azara ku xizaniyê li wî pêk aniye heye. Reşo wiha dibêje: “Em sirgunê vê derê kirin. em mahkumê xizanî û tunebûnê kirin. Em li vir jî ji belaya girtîgehê rizgar nebûn. Rewşa Kurdên li surgunê ev e.” Em ji wir der barê bajaroka Mahmudiye ya navçeya Ezîn a Çanakaleyê dibin. Mustafayê ji gundê Sogitlî ya ji Zîlanê hate derxistin paşnavê Pomak dane wî. Dikene û dibêje: “Paşnavê me Pomake. Lê em kurd in.” Piştre Kemîr Demîr çîroka kalê xwe Halît yê ji gundê Încesu ya Zîlanê hatiye derxistin û zarokekî tirk vedibêje: “Kalê min dema nû tê vir, yên vir jê re dibêjin kurdê bi boç. Rojekî dema kalê min li ber qehwexaneyê derbas dibe, zarokek ji bavê xwe dipirse, bava boça vî kurdî tune! Bavê wî dibêje ez nizanim , ji kurdan re wisa dibêjin!

Yanî bi kurtasî çîroka her surgunekî cuda ye. Çîrok kêm zêde dişin hev. Êş û azarên wan hevparin... Lê tu surgun, li cihê ku tên bicihkirin ne kêfxweş e…