Protestoyen li Ûkraynayê dewam dikin

Protestoyen li Ûkraynayê dewam dikin

Li Ûkraynayê protestoyên ku li dû biryara hikûmetê ya rawestandina hevdîtînên i ser peyaman bazirganiyê bi Yekitiya Ewropayê re destpê kirin, dewm dikin. Bi deh hezaran mirovên li paytext Kîevê hatin cem hev Serokkomar Vîktor Yanûkovîç protesto kirin.

Li paytext Kîevê, hejmara mûxalîfên ku ev çend roj in li Meydana Serxwebûnê protestoyan lidar dixin, li gorî rayedaran 20 hezar, li gorî mûxalîfan jî gihaştiye 100 hezarî. Li ber avahiya Desteya Wezîran, polîs û çalakvan hatin pêşberî hev. Alîgirên eniya ji Yekitiya Ewropayê re dibêjin "Na" di heman demê de daketin qadan.

Protestovanên alên Yekitiya Ewropayê hildan dirûşmên "Ez dixwazim li Ewropayê bijîm", "Ûkrayna Ewropayê" qîriyan. Protestoyên ev hefteyeke dewam dikin, piştî 'Şoreşa Pirtoqalî' ya 2004'an tevgerên herî mezin ên civakî ne.

Xwepêşandana li Meydana Serxwebûnê ya Kîevê rastî destwerdana hêzên ewlekariyê hat. Di navbera girseya gel a ku xwest ber bi avahiyên hikûmetê ve bimeşe û polîsan de dem bi dem pevçûn derket. Di bûyeran de hin kes hatin binçavkirin.

Di protestoyê de lîderên mûxalefetê derketin ser kursiyê û axivîn. Yek ji van lîderan Arseniy Yatsenyûk got, "Armanc û hewldana me ya li vê derê ew e ku hikûmet ji vê biryara xwe ya şermê vegere û astengiya daniye ser rêya Yekitiya Ewropayê, rake."

Xwepêşandêran bûyerên di dema "Şoreşa Pirtoqalî" ya 2004'an de hatin jiyîn bibîr xistin. Serokkomarê niha yê Ûkraynayê Vîktor Yanûkovîç di hilbijartin serokdewletiyê yên 2004'an de serketina xwe îlan kiribû, lê belê ji ber protestoyan paşve gav avêtibû.