Polîsê ku li zarokê 8 salî xist ji kar hate girtin
Polîsê ku li zarokê 8 salî xist ji kar hate girtin
Polîsê ku li zarokê 8 salî xist ji kar hate girtin
Li Mêrsînê polîsê ku li zarokê binavê D.O yê 8 salî ê ji xwe re dileyîst xist û rakirin nexweşxaneyê, ji kar hate girtin.
Zarokê xwendekarê dibistana seretayî D.O ê 8 salî ku dema li ber Qereqola Polîsan ya Sîteler ya li Taxa Şevket Sumer ser bi Mêrsînê ve dileyîst, polîsek yê hêzên çevîk lê xist û ew rakirin nexweşxaneyê. Piştî nûçeya DÎHA’yê ya ser bi nûçeya “Polîs destpêkê li zarok xist û rakirin nexweşxaneyê piştre jî hewaleyî Xwedê kir!”
Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpê kirin. Hate hînbûn ku, dê dozgerî di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya polîsên ku li xwendekarê 8 salî ê dibistana seretayî bigire, têkildarî bûyerê daxuyaniyek din jî ji Midûrê Polîsan ê Mêrsînê Arif Oksuz hat.
Oksuz aşkera kir ku, polîsê bi awayek hovane li D.O xistiye ji kar hatiye girtin.