Polîsê DYE nîjadperest e
Polîsê DYE nîjadperest e
Polîsê DYE nîjadperest e
Dadgeha Federal a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) biryar da ku polîsê li bajarê New Yorkê li dewriyê digere, nîjadperest e. Polîsên li dewriyê herî zêde li nasnameya welatiyên hîspatîk (Emerîka Latîn) û reşik (Efrîkî) dipirsin.
Di rûniştina duh a dozê de, derket holê ku polîsê New Yorkê li dijî destûra bingehîn tevdigere, di nava gumanbarên lêpirsîna wan dikin de, bi awayekî cidî nîjadperestiyê dike. Dadgera federal Shira Scheidlin ragihand ku polîs di kontrol û binçavkirinan de herî zêde welatiyên hîspanîk û reşik hedef digirin. Dadger destnîşan kir ku di nava mirovên di navbera salên 2004-2012'an de hatin binçavkirin, ji sedî 83'ê wan ji nîjadên cûda ne.
Dadgerê biryar da ku divê ti kes dema ji mala xwe derkeve biçe kar, tirsa girtinê nejî yan jî nede jiyîn. Dadgerê da xuyakirin ku qanûna di sala 2002'an de ketiye meriyetê, xalên 4 û 14. ên destûra bingehîn a DYE binpê dike. Dadger Scheidlin anî ziman ku divê mafê parastinê yê mirovên tên binçavkirin werin ewlekirin û destnîşan kir ku eger polîsên li dewriyê digerin bi kamerayan bigerin, wê bi girîngî pêşî li nêzîkatiyên nîjadperest bên girtin.
Şaredarê New Yorkê Michael Bloomber û şefê polîsan Ray Kelly jî îdîa kirin ku ji dema pêkanîna qanûnê ji sala 2002'an û vir ve rêjeya sûcên li bajêr kêm bûye.