Polêsên kujerê xwepêşandêr serbest hatin berdan

Polêsên kujerê xwepêşandêr serbest hatin berdan

Li Misirê, du polêsên di dema raperîna gel de xwepêşandêrek kuştin, ji aliyê dadgeha bilind ve hatin berdan. Herdu polês beriya niha ji aliyê dadgeha herêmî ve sûcdar hatibûn dîtin û li her yek jiw an 7 sal cezayê girtîgehê hatibû birrîn. 

Li bajarê Îskenderiyeyê, di bûyera sala 2010'an de polêsan li xwepêşandêrekî dabûn, ji ber lêdana giran rûyê wî ne dihat naskirin û vî wenêyî li gelemperiya cîhanê rê li ber nerazîbûneke mezin vekiribû. 

Vê bûyerê li Misirê jî bûbû sedem ku protestoyên li dijî Serokdewletê berê Husnu Mubarek zêde bibe.

Serbestberdana polêsan bi nerazîbûneke mezin hat pêşwazîkirin. Girseya qelebalix a li ber avahiya dadgehê ya bajarê Îskenderiyeyê li hev kom bûbû, li dijî polêsan û Serokdewlet Mûhammed Morsî dirûşme qêriyan.