Plana Rûsyayê ya Sûriyê ji çar qonaxan pêk tê

Plana Rûsyayê ya Sûriyê ji çar qonaxan pêk tê

Hat îdîakirin ku plana Rûsyayê ya ji bo çekên kîmyewî yên rejîma Sûriyê ji kontrola navneteweyî re bên vekirin, ku pêşkêşî DYE kir ji çar qonaxan pêk tê. Li gorî qonaxa yekemîn divê Sûriye bibe endamê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî.

Rojnameya rojane ya Rûs Kommersant ragihand ku plana berfireh a Rûsyayê roja Sêşemê radestî Emerîkiyan hatiye kirin. Moskowayê jî roja Çarşemê daxuyaniyek dabû û ev yek piştrast kiribû.

Li gorî nûçeya rojnameyê ku xwe dispêre çavkaniyeke dîplomatîk, di qonaxa yekemîn a plana ji çar qonaxa de divê Sûriye bibe endamê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî.

Dûre jî pêwîste Sûriye cihên çekên kîmyewî lê ne û cihên hilberîna van çekan aşkera bike.

Di qonaxa sêyemîn de jî divê Sûriye destûrê bide mufettîşên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ji bo biçin Sûriyê û li cihê hilberîna çekên kîmyewî lêkolînan bikin.

Di qonaxa dawî de jî, wê mufettîşên NY bi hevkarî biryarê bide ka bi çi rengî van çekan tune bikin.

Kommersant ragihand ku hînê biryar nehatiye dayîn ka tunekirina van çekan ji aliyê kê ve were kirin, lê belê dibe ku ev kar ji aliyê DYE û Rûsya ve bi hevkarî bê kirin.

Ji bo nirxandina vî planî Wezîrê Karên Derve yê DYE John Kerry û hempîşeyê wî yê Rûs Sergey Lavrov dê îro li Cenevreyê bên cem hev. Li gorî rojnameya Kommersantê, piştî ku kopyayeke planê gihaşt dest, DYE bi xwe xwest bi Rûsyayê re danûstandinan bike.

DYE ku rejîma Sûriyê tewanbar dike ku di 21'ê Tebaxê de di bombebarana li Şamê de çeka kîmyewî bikar aniye, piştî vê pêşniyar Rûsyayê tê gotin ji alternatîfa destwerdana leşkerî dûr ketiye.