Pirtûka Medya Doz a bi navê ‘’Xêzên Rûyê Te Nexşeya Welatê Min e’’ derket

Pirtûka Medya Doz a bi navê ‘’Xêzên Rûyê Te Nexşeya Welatê Min E’’ ji Weşanxaneya Meymanê derket. Pirtûk li ser jiyana 36 gerîlayan e ku sala 2011’an li Geliyê Tiyarê bi çekên kimyewî yên Tirk şehîd bûbûn.

Pirtûka yek ji nivîskarên çiyê Medya Doz a bi navê ‘’Ülkemin Haritasıdır Yüzünün Çizgileri’’ (’Xêzên Rûyê Te Nexşeya Welatê Min e) ku ji gelek aliyan ve rûdana li Geliyê Tiyarê ronî dike ji Weşanxaneya Meymanê deket, ku sala 2011’an li Geliyê Tiyarê 36 gerîla bi çekên kimyewî yên Tirk şehîd bûbûn. Pirtûk bi temamî xwe dispêrê ser rastiyên ku hatine jiyîn, behsa berxwedan, hevaltî û vînê dike.

Pirtûk her wiha weke belgeyeke dîrokî ye jî. Pirtûk destpêkê behsa çalakya Çelê dike, ku gerîlayên Zagrosê Payiza 2011’an bi çarçoveya ‘Tevgera Şoreşger a Şehîd Çîçek’’ dabûn destpêkirin. Di çalakiyê de artêşa Tirk a dagirker derbeke giran ji gerîlayan xwaribû û her wiha heft gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê şehîd bûbûn. Piştre yekîneya gerîla ku çalaki kiribûn vekişiyabûn Geliyê Tiyarê û 21’ê Cotmeha 2011’an artêşa Tirk êrîşeke berfireh bi ser wan de anîbû, di vê êrîşê de artêşa Tirk hemû sûcên şer li aliyekî danîbû, çeka kimyewî bi kar anîbû û 36 gerîla şehîd bûbûn.

Medya Doz di pirtûka xwe de bi berfirehî behsa çalakiya ‘Tevgera Şoreşger a Şehîd Çîçek’’ dike, Medya Doz ku tam li naverasta vê pêvajoya giran bû hemû rûdanan vedibêje, ku jixwe ew jî di destpêka pirtûkê de dibêje, ‘’nivîsandin çalakiyek e’’.

Li beşên dîtir ên pirtûkê şopa ji pêşengên Tevgera Şoreşger a Şehîd Çîçek mayî yek bi yek tê vegotin. Ango ên dîrokê dinivîsin lehengên pêşeng in ku nivîskar ji wan re ‘’Zarên Zagrosê’’ dibêje. Gerîla ne ew ‘’Zarên Zagrosê’’ ku ji Başûr, Rojava, Bakur hatin û li Zagrosê li hev kom bûne û Kurdistan li dilê xwe û jiyana xwe kirine yek. Ya ku li gel wan jî cografaya bisêhr a Kurdistanê ye.  Her yek ji wan bi qasî wan Zagrosan ku lê dijîn serhildêr, bi qasî wan bi debdebe, bi qasî wan sernetewîn in. Zagros ew cih in ku bûyin lê destpê dike. Ji ber vê jî nivîskar dibêje: ‘’Zagros asê, bilind û serhildêr in. Cih nade wan kesan ku dilê xwe lê venakin, jê hez nakin, wê fêhm nakin, cih nade wan kesên ku li ser van xakan dikevin, bi xwîna xwe dibin gulên azadiyê hîs nakin.’’

Du fermandarên pêşeng, du dilên wêrek ên Tevgera Şoreşger a Şehîd Çîçek Rûken Bîngol û Birûsk Amed in. Medya Doz li ser wan dibêje: ‘’Belê, ew weke navê xwe jiyan. Birûsk, birûseke dilêr bû ku ketî ser dilê dijmin. Li ser Rûken jî dibêje: ‘’Bi dilê xwe yê dilê dilovaniyê devliken bû’’. Piştre jî behsa 44 gerîlayan dike ku dema çalakiyê û piştî çalakiyê şehîd bûbûn.

Ji bo peydakirina pirtûkê adrêsên ku mirov dikare têkilî pê re deyne:

E-mail: [email protected]

Twitter: @Wesanen_Meyman

TEL: 0031 65 79 13 039

Site: pirtukxane.net