Peyama Ocalan di çapemeniya cîhanê de ye
Peyama Ocalan di çapemeniya cîhanê de ye
Peyama Ocalan di çapemeniya cîhanê de ye
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku di Newroza Amedê de hate xwendin di çapemeniya cîhanê de weke nûçeya flaş hate dayin û çapemeniya cîhanê cihek berfireh da peyama Ocalan. BBC bi sernava “Rêberê PKK’ê Ocalan banga agirbestê kir” peyamê ragihand, çapemeniya Hollandayê jî nivîsand ku PKK’ê dawî li têkoşîna çekdarî tîne û çapemeniya Fransî jî got: “ji Ocalan banga dîrokî, hêviyên aşitiyê şîn dibin”.
BBC: Ajansa nûçeyan a navdar a Îngilizî BBC banga Ocalan bi sernavê “Rêberê PKK’ê Ocalan banga agirbestê kir” nûçeyê ragihand. Her wiha cih da xalên sereke yên banga Ocalan.
NOS: Weşana fermî ya Hollandayê NOS’ê jî peyama Ocalan bi sernûçeya “PKK dawî li têkoşîna çekdarî tîne” weşand.
DE MORGEN: Yek ji mezintirîn rojnameyên Belçîkayê De Morgenê jî cih da peyama Ocalan û bi ser nûçeya “Rêberê PKK’ê banga agirbestê kir” weşand û ragihand ku Ocalan di peyama xwe de gotiye: “Em êdî gihiştine wê astê ku divê êdî çek bê deng bibin. Divê derbikevin derveyê sînor. Êdî dema naskirina siyasetê hatiye.”
AFP: Ajansa nûçeyan a Frensî AFP’ê jî bi awayeke berfireh nûçeyê ji aboneyên xwe re ragihand. Ajansa Frensî nûçeyê bi awayê “Ocalan bi wesîleya cejna nû ya Kurdan banga agirbestê û derketina ji derveyê sînorê Tirkiyeyê bang li PKK’ê kir” weşand û diyar kir ku dibe ev yek dawî li pevçûnên 29 salan bîne.
EL CEZÎRE: Kanala El Cezîreyê jî nûçeyê bi sernûçeya “Rêberê PKK’ê li Tirkiyeyê banga agirbestê kir” ragihand. Televîzyonê bi bîr xist ku demeke dirêj bû her kes li benda deklerasyona bidawîkirina şer bû û diyar kir ku ev deklerasyona agirbestê dê ji bo bidawîkirina şerê 30 salan pêngaveke girîng be.
LE MONDE: Rojnameya Frensî Le Mondeyê jî nûçeyê bi sernavê “Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê banga agirbestê kir” daxuyaniyê ragihand û weke nûçeyeke lezgîn weşand.
LE FIGARO: Le Figaro jî, sernûçeya “TirkiyeÎ Ocalan banga agirbestê kir” daxuyaniya Ocalan ragihand û diyar kir ku daxuyanî hêviyên aşitiyê xurt kir.
GUARDIAN: Rojnameya Guardian a Îngilîz jî daxuyaniyê bi sernûçeya “Ocalan agirbest ragihand” weşand. Di nûçeyê de ragihand ku PKK’ê di şerê 30 salan de pêngava krtîkî îro avêt û “agirbest” ragihand.
REUTERS: Ajanda nûçeyan a navneteweyî Reuters daxuyaniya Abdullah Ocalan weke nûçeyeke “flaş” bi aboneyên xwe re parve kir û bal kişand ku Ocalan gotiye : “Li şûna pêvajoya berxwedana çekdarî, pêvajoya siyaseta demokratîk dest pê dike.”