Pevçûn li Tehrîrê vegeriyan: Herî kêm 50 mirî, 268 birîndar
Pevçûn li Tehrîrê vegeriyan: Herî kêm 50 mirî, 268 birîndar
Pevçûn li Tehrîrê vegeriyan: Herî kêm 50 mirî, 268 birîndar
Li Misrê roja Yekşemê di navbera alîgirên Serokkomarê hilweşandî Mûhammed Mûrsî û hêzên ewlekariyê de pevçûnan rû dan. Di roja yekemîn de herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dan, 268 kes birîndar bûn.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê, di çalakiyên bi wesîleya 40. salvegera şerê Ereb-Îsraîl ê 1973'an, li paytext Qahîreyê 45 û li bajarên başûrê welêt jî 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ev bîlanço, li dû pevçûnên 14'ê Tebaxê, bîlançoya herî giran e.
Dijberên endamê Biratiya Musliman Mûrsî, ji êvara Şemiyê û pê ve li meydana Tehrîrê ya Qahîreyê kom bûn. Ev meydan, ji ber navenda serhildana ku rê li ber hilweşandina Husnu Mubarek vekir, girîng e.
Hat ragihandin ku ji nava girseya roja Yekşemê kom bû, dirûşmên li dijî artêşê bilind bûn. Artêşa ku soz da dê di 2014'an de hilblijartin were kirin, rêveberiya piştî hilweşandina Mûrsî ava bû, bi awayekî defakto bi rê ve dibe.
"Tifaqa Dijberên Darbeyê" yên bi pêşengiya Biratiya Misliman di heman rojê de kom bû kom bû û bang kir ku di nava hefteyê de çalakî werin lidarxistin. Tifaqê bang li xwendekaran kir ku roja Sêşemê "li dijî vê komkujiya dewam dike" dakevin kolanan.
Li derdora meydana Tehrîrê maşînên zirxî hatin bicihkirin û polîsan dest li alîgirên Mûrsî yên hejmara wan zêde bû, werdan. Gelek bombeyên gazê hatin bikaranîn û çek hatin teqandin. Wezareta Karên Hundir îdîa kir ku gule li hêzên ewlekariyê hatine reşandin û avahiyên gelemperiyê hatiye şêlandin. Wezaretê îdîa kir ku destwerdan bi vî rengî pêk hatiye. Li gorî wezaretê li paytextê 423 kes hatin binçavkirin.