Pêşangeha ‘Soza Jin’ hate pêşkêşkirin

Di çarçoveya rêze çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinê de li bajarê Silêmanî pêşangehek ya hunerî ku bi navê ‘Soza Jin’ ku ji berhemê 20 jinan pêk tê hate nîşandan.

Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistan (RJAK) di çarçoveya rêze çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinê de li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê pêşangehek bi navê ‘Soza Jin’ ku berhemê 20 jinan li xwe digire pêşkêş kir.

Pêşangeh li Hola Emne Soreke ku ji 32 tabloyan pêk tên hate nîşandan.

Li ser tabloyan jinên şêwekar hest, êş û azarên jinan xêz kiribûn. Eleqeyek zêde ji bo pêşangehê hate nîşandan.

Ji Komîteya Amadekar a Pêşangehê Jêno Reşîd axivî û diyar kir ku armanca wan ji vê pêşangehê ew e ku berhem û hunera jinan bidin nîşandan, dîsa hestên jinan bînin ziman.

Yej ji şêwekara jin a bi du berheman tevlî bûyî Derûn Sabir e û qala berhemê xwe kir. Sabir di tabloyeke xwe de bal dikişîne ser goristana bêkesan a jinan ku kes xwedî lê dernakevin. Sabir anî ziman ku bi vê tabloyê dide nîşandan ku jin dema dimirin jî bê nasname ye.

Pêşangeh saet 17:00’an bi dawî bû.