Penaberan li Nurnberg kon vedan
Penaberan li Nurnberg kon vedan
Penaberan li Nurnberg kon vedan
Gelek penaberên ku di nav wan de Kurd jî hene ji bo protestokirina polîtîkaya penabertiyê ya Almanyayê li bajarê Nurnberg li Hallplat a ku li bajêr cihekî ku herî zêde aktîf e kon vedan.
33 penaber 6 roj in ku bi taybet serî li hemberî qanûnên penabertiyê yên eyaleta Bayern, şert û mercên koçber têde ne rakirine, di konê li Hallplat vekirine de çalakiya xwe berdewam dikin.
Çalakvanên ku ji 5’ê Tîrmehê ve protestoyên xwe berdewam dikin destnîşan dikin ku Almanya peymanên têkildarî penaberan a Neteweyên Yekbûyî di sala 1951’ê de qebûl kiriye binpê dike. Çalakvan her wiha bal dikişînin ser şert û mercên penaber têde dijîn.
Çalakvan tînin ziman ku wargehên penaberan biçûk in û lewma pêdiviyên penaberan bi cih nayên û ji ber penaberan di deverên biçûk de komî ser hev dikin nerazîbûna xwe didin diyarkirin.
Çalakvanên ku dixwazin şert û mercên wan ên jiyanê sererast bibin, didin diyarkirin ku bi şevan rastî tacîza bi devkî ya rastgirên Elman tên û banga hişyariyê kirin.
Çalakvanên ku gotin heta şert û mercên wan sererast bibin wê çalakiyên xwe berdewam bikin ji bo rojên pêşiya me amadekariyên meşekê dikin.
Çalakvanan destnîşan kirin ku, di 20’ê Tebaxê de wê du meşan pêk bînin. Yek, wê ji Wurzborgê bê destpêkirin û li ser Nurnbergê re heta Munchen berdewam bike û ya din jî ji Bayreuth wê destpê bike li ser Regengburh re heta Munchen berdewam bike. Mala Gel a Medya ya Kurdan ava kiriye jî piştgiriyê dide çalakvanan.
Çalavanên ku agahî dan ANF’ê daxwazên xwe wiha bi rêz kirin:
-Divê statuya mafê penaberên polîtîk ên li Hallplatz werin naskirin
-Divê pêkanînên derxistina derveyî were sînor werin rawestandin
-Divê şert û mercên jiyanê yên penaberan werin rastkirin
-Divê destûra xebatê were dayîn
-Divê dadgehên penabertiyê biryarên xwe zû bidin
-Divê destûra 30 kîlometreyî ya gerê zêdetir bibe
Çalakvanê ku banga hişyariyê kirin dan xuyakirin ku, heta daxwazên wan werin bicihanîn wê çalakiyên xwe bidomînin.