Penaber dimirin, derdê YE 'parvekirina wekhev' e
Penaber dimirin, derdê YE 'parvekirina wekhev' e
Penaber dimirin, derdê YE 'parvekirina wekhev' e
Îsal zêdeyî 3 hezar penaber li Derya Spî jiyana xwe ji dest dan. Hin welatên Ewropayê ji parvekirina 'ne wekhev' a penaberan gazinand ikin. Di serî de Elmanya helwesta hin welatên ku hejmara penaberan lê zêde ye, li şûna pêşîgirtina li mirina penaberan, hewldanên wan ên ji bo parastina sînorên Yekîtiya Ewropayê (YE) balê dikşînin.
Rojnameya Elman Frankfurter Rundschau (FR) belgeya protokoleke navxweyî ya civîna meha Îlonê ya Komîsyona Stratejîk a Penaberan, Sînor û Koç a Yekîtiya Ewropayê weşand. Li gorî nûçeya rojnameyê, nûnerê Awûstûrya yê di civînê de amade xwest, belavkirina penaberan li welatên Yekîtiya Ewropayê bi awayekî wekhev, ji nû ve were sererastkirin. Nûnerê hikûmeta Awûstûryayê, pêşniyar kir ku li gorî nifûsa welatê endam penaber bên wergirtin.
TEVKARIYA DILXWAZ Û LIHEVNEKIRINA PARVEKIRINÊ
Li gorî nûçeya rojnameyê di civînê de pêşniyar hat kirin ku penaberên bên Ewropayê, li Bakurê Afrîkayê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bên 'hilbijartin' û bên wergirtin. Li gorî metna protokolê ku destek ji tevlîbûna parvekirina penaberan a li ser bingeha dilxwaziyê ya welatên YE tê dayîn, nûnerên Elmanya û Danîmarkayê xwestin çareseriyên 'alternatîf' bên peydakirin. Li hemberî vê daxwaza her du welatan welatên Fînlandiya, Spanya, Romanya, Komara Çek, Slovakya û Macarîstanê li dij derketin ku li van welatan li gorî nifûsê gelekî kêm penaber dijîn. Ev welat alîgir in ku tevlîbûna welatên endam li bernameyên li ser wergirtina penaberan, li gorî pîvana 'dilxwaziyê' bê kirin.
D, 8 mehên destpêkê yên îsal de, li Elmanyayê zêdeyî 120 hezar kesî serlêdana penaberiyê kirine û tê payîn ku heta dawiya salê ev hejmar derkeve 200 hezarî. Elmanyayê di meha derbasbûyî de ji Komîsyona YE re nameyek şandibû û xwestibû penaber di nava welatên endam de bi awayekî wekhev bên parvekirin. Elmanya û hin welatên din ên endam her wiha xwestibûn, sînorên YE baştir werin parastin û dozên penaberiyê bi lez bi encam bibin.