ANALÎZ

PDK çima nakeve hilbijartinan?

Girêdayî şert û mercên diyarkirî ketina hilbijartinê ya PDK'ê tê wê wateyê ku PDK piştî 30 salan li Başûrê Kurdistanê desthilatdariyê winda dike. Di serdema nû de dest ji bûyîna partiya duyem berde, ne nêzî wê pozîsyonê jî ye bi YNK’ê bibe hevseng.

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HILBIJARTIN

Di sala 1975’an de piraniyeke hêza pêşmergeyan ku hejmara wan zêdetirî 100 hezarî bû, bi daxwaza Mele Mistefa Barzanî çekên xwe danîn û derbasî Îranê bûn. Ev bûyer di 6’ê Nîsanê piştî ku di navbera Îran û Iraqê de Peymana Cezayîrê tê îmzekirin, pêk tê û ev bûyer weke ‘Aşbetal/Tasfiyekirin’ derbasî dîroka Başûrê Kurdistanê dibe. Aşbetal; ‘Di nav gel de tê wateya ‘’rawestîna aşî’’ lê belê di çarçoveya siyasî de tê wateya îlana Mele Mistefa Barzanî ya ‘’şoreş bi dawî bû’’, vekişîna Kurdan a ji çiyayan. Li gel vê yekê di dîroka Kurdistanê de cara ewil têkoşîn û raperîn ji hêla serokê xwe ve hate tasfiyekirin.

SALÊN 1970’YAN

Li Başûrê Kurdistanê ev bûyerên pêk dihatin ku gelek berdêlên dan, ne ya desttpêkê bû û ne jî ya dawiyê bû. Her wiha serdema ji sala 1961’an û heya sala 1970’î ji wan serdeman e ku li herêmê şer û têkoşîn gelekî xurt bû. Têkoşîna gelê herêmê ku li gel encama siyaseta derve ya Barzanî yek ji derbeya xwe ya yekem di 11’ê Adara 1970’yan de bi ‘Manîfestoya Aşitiyê’ xwar. Ku manîfesto li gel Seddam Huseyînê ku di wê serdemê de alîkarê serokê Iraqê bû, hate îmzekirin. Armanca sereke ya rejîma BEAS'ê bi temamî tunekirina têkoşîna Kurdan bû û hema bibêje polîtîkayên Barzanî jî rê li ber vê yekê vekir.

GOTINÊN MELE MISTEFA YÊN LI TEHRANÊ JI ROJNAMEYA KEYHANÊ RE

Mele Mistefa û yên li gel wî ku di sala 1975’an de bidawîbûna şoreşê îlan kirin, wê derbasî Tehranê bibûna. Barzanî di 10’ê Gulana 1975’an de ji Rojnameya Keyhanê re bi Emîr Tahiriyî re hevpeyvînek pêk anî û di hevpeyvînê de ev yek anîn ziman: ‘’Karê min qediya. Êdî roleka min a weke bûna serokê Kurdên li Iraqê nîne. Haya min ji Peymana Cezayîrê tunebû. Lê belê ez destekê didim vê peymanê. Çimkî bi kêrî gelên Îranê tê. Her tiştê ku bi kêrî Îranê tê her wiha bi kêrî Kurdan jî tê.’’ Rojnameyê jî piştî van gotinên Barzanî got: ‘’Serdemeke girîng a Iraqê bi temamî bi dawî bû.’’ Ev yek nîşanî me dide ku di encama Aşbetalê de li Başûrê Kurdistanê rewşeke çawa rû daye.

QASIMLO, KOMÎTEYA DEMKÎ Û MALBATA BARZANÎ

Di wê serdemê de Doktor Ebdulrehman Qasimloyê rêberê şoreşger ê Rojhilatê Kurdistanê û serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê jî hebû. Qasimlo vê serdemê bi saya pirtûka xwe ya bi navê Xiyaneta Komîteya Demkî ya ji Gelê Kurd re, nîşanî me dide.

Qasimlo di pirtûka xwe de destnîşan dike ku ew kêfxweş e ku gelê Başûrê Kurdistanê wê li gel peymana 11'ê Adara 1970'î bikare hin mafên xwe ji dewleta Iraqê bistîne û di nivîsên xwe de diyar dike ku çalakiyên wan ên li dijî Îranê ji bo parastina destkeftiyên gelê Başûrê Kurdistanê ji hêla Barzaniyan ve demeke dirêj tên qedexekirin. Qasimlo bi nivîsên xwe diyar dike ku piştî Manîfesyoya 11’ê Adarê li gel Mistefa Barzanî hevdîtin pêk anîne û dibêje: ‘’Ev yek ji bo me cihê kêfxweşiyê ye ku pirsgirêka Kurd wê li Başûrê Kurdistanê çareser bibe û ya herî girîng jî ew e ku wê hewcehiya tevgera Kurd a li wir bi Îranê re namîne. Piştî Manîfestoya 11’ê Adarê hin serokên partiya me çûn li ba Barzanî. Ji bo alîkarîkirina xurtbûna hêzên Rojhilatê Kurdistanê, ji Barzanî daxwaz kir ku ji çûn û hatina ji Başûr û Rojhilat û têkoşîna rayedarên PDK û kadroyên pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê re nebe asteng. Barzanî ji serokên partiya me re got: ‘’Divê bi tu awayî hat û çûna we ji Îranê re çênebe û ne rast e ku hûn li Başûrê Kurdistanê li ber çavan bin. Bi taybetî jî divê li ser sînor hêzên we nebin.’’

QASIMLO: PDK LI GEL SAVAKÊ KAR KIR

Qasimlo di pirtûka xwe de cih dide tesfiyeya Barzanî jî ku digot: ‘’Êdî li vir rêveberiyeke xweser heye û wezîrên me yên Kurd hene. Wê baş bibe ku em li gel Iraqê têkiliyan ava bikin û derbasî bajarên ku di bin kontrola wan de bin.’’ Têkildarî vê yekê Qasimlo van yekan jî tîne ziman: ‘’Piştî pêşniyara şexsî ya Barzanî, me xebatên xwe li bajarên Iraqê zêdetir kirin. Bi fermana şahê Îranê, pêkhateyên ayîdî Barzanî li hemberî me dest bi propagandayeke reş kirin. Ji bo têkiliyên me yên li Iraqê digotin; ‘xwe firotine.’ Pêkhateya Parastinê ya girêdayî PDK’ê li gel SAVAK’ê (Îstîxbarata Îranê) sîxûrên xwe di nava rêxistinên me yên li Başûrê Kurdistanê de bi cih kirin. Navê; ‘Komîteya Demkî ya Demokratîk’ li xwe kiribûn. Di destê min de belgeyên ku SAVAK’ê bi rêya Parastinê ji wan re alîkariya lojîstîk û çekan şandiye, hene. Ev pêkhateya ku li ser kaxezê hatiye avakirin, ne tenê li dijî me, ji bo avanebûna partiyeke ku li Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî yekitiyeke xurt pêk anî jî, xebat dihatin meşandin.’’ Ev gotinên Qasimlo derheqê dîroka PDK’ê jî hin agahiyan dide me.

Ji wan rojan heya roja me ya îroyîn gelek qonaxên têkoşîna Kurdistanê bûne mexdûrên vê siyasetê.

ROJA ME Û ROJEVA HILBIJARTINÊ

Di van rojan de li kolanên Başûr rojeva hilbijartinên parlamentoya herêmê bi awayekî xurt xwe nîşan dide. Gelê li herêmê ji nêz ve seferberiya PDK'ê ya ji bo ku desthilatdariya xwe rizgar bike, daye destpêkirin dişopîne. Sedema çûna PDK’ê ya ji bo Washîngton, Enqere, Tehran û Bexdayê taloqkirina hilbijartinan e. Xurttirîn taybetmendiyeke gelê Başûrê Kurdistanê jî ew e ku xwedî bîreke pir xurt e. Ji salên 1950’î heya niha bi awayekî baş dînamîkên şer nas dike û baş dizanin ku dînamîkên roja me ji ber çi aktîf bûne û armac çi ye. Gelê Başûr baş dizane ku hemû hewldanên PDK'ê yên ji bo pêknehatina hilbijartinên herêmî ne. Baş dizane ku polîtîkayên ‘xwespartina dijmin’ e ku PDK vê yekê ji salên 1950’yan heya niha dike.

MAM CELAL: PDK WÊ LI ÇÎNÊ JÎ SER BIKEVE

PDK a niha di dîroka xwe ya 80 salan de di serdema xwe ya herî lawaz de ye û ji bo ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê pêk neyên, ev demeke dirêj e di nava hewldanên mezin de ye. Bi taybetî jî li gel guhertina yasayên hilbijartinan em baş dibînin ku PDK ji sala 1992’yan heya niha çawa li herêmê bûye partiya yekem. Encama yekem lêkolînên wezîfedarên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ye ku ji bo pêkhatina hilbijartinan hatibûn wezîfedarkirin. Derxistina 400 hezar hilbijêrên sexte û bêyî ku bikeve hilbijartinan windakirina 11 kursiyên kêmanan e ku ev kursî niha di destê PDK’ê de ne. Ev hemû nîşanî me didin ku PDK li hemberî van yekan di nava tirseke mezin de ye. Li gorî yasayan 30 hezar deng teqabilî kursiyekê dike û 400 hezar dengên sexte jî teqabilî 13 kursiyan dike. Lîsteyên hilbijêrên sexte jî ji nasnameyên sexte û ji hilbijêrên mirî pêk tê. Tevî ku sextekariyên PDK'ê yên hilbijartinê ne tenê ev yek jî bin, Mam Celal Talebanî ev yek ferq kiriye û bi gotina xwe ya: ‘’PDK li Çînê jî bikeve hilbijartinan wê ser bikeve’’ rewşê bi awayekî zelal eşkere dike.

GER HILBIJARTIN PÊK WERIN WÊ ÇI BIBE

Girêdayî şert û mercên diyarkirî ketina hilbijartinê ya PDK'ê tê wê wateyê ku PDK piştî 30 salan li Başûrê Kurdistanê desthilatdariyê winda dike. Girêdayî vê yekê tê payîn ku wê li herêmê pêvajoyên nû yên siyasî destpê bikin û her wiha PDK vê rewşê qebûl nake. PDK'ê ev rewş nexistiye nava bijardeyên xwe. Di serdema nû de ne ku bibe partiya duyem, ger hilbijartin pêk werin ji pozisyona ku bibe weke YNK’ê jî dûr e. DYE di çarçoveya pêkhatina hilbijartan de helwestekê nîşan dide û li dijî vê yekê Tirkiye jî ji bo ku hilbijartin pêk neyên piştevaniyê dide. Her wiha helwesta Îranê ya têkildarî mijarê jî tê mereqkirin ku Îran aktoreke girîng ê herêmê ye. Hewldanên Nêçîrvan Barzanî yên qanihkirina Îranê yên ji bo taloqkirina hilbijartinan jî didomin. Rojeva sereke ya Barzaniyê ku çûyî Îranê ev e û tê payîn ku Îran ji bo ku PDK’ê ji DYE, Îsraîl û Tirkiyeyê dûr bixe, wê vê rewşê di çarçoveya berjewendiyên xwe de bikar bîne.

HELWESTA PDK’Ê RÊ LI BER ZÊDEBÛNA MIDAXILEYÊN DERVE VEDIKE

Ger hilbijartin pêk werin û encam jî weke encamên ku tên texmîkirin be; PDK a ku di sala 1996'an de bi tankên Seddam Huseyîn Hewlêr ji YNK'ê stand û pirsa hilbijêran a ‘hikûmeta nû wê çûna parlamentoya Hewlêrê çawa binirxîne’ jî di rojevê de ye. Ger encamek bi vî rengî pêk were jî PDK di wê hizrê de ye ku bi tu awayî saziyên di destê xwe de di çarçoveya yasayî de dewr nake. Di vê çarçoveyê de ger pêvajoya yasayî pêk neyê li gorî yasayan mafê Polîsên Federal ên Iraqê heye ku midaxileyê li herêmê bike. Ev yek jî rê li ber hêzên weke DYE, Tirkiye û Îranê vedike ku bikevin herêmê.

BARZANÎ JÎ BI HEV RE DIKEVIN HEVRIKIYÊ

Helwesta Barzaniyan û PDK’ê her ku diçe Başûrê Kurdistanê ji mudaxeleyên derve re vekirî dihêle. Krîza navborî di nava malbatê de jî rê li ber nakokiyan vedike. Nêçîrvan Barzanî dixwaze hilbijartin bên kirin, lê Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û serokê herêmê Mesrûr Barzanî alîgirê taloqkirinê ne. Nakokiyên di navbera Barzaniyan de heta mirina bi guman a bavê Nêçîrvan Barzanî, Idrîs Barzanî jî diçe. Di rewşeke ku hevsengî bên guhertin de, wisa dixuyê ku Nêçîrvan Barzanî amade ye ku Mesûd û Mesrûr Barzanî ji çav derxîne û ji polîtîkayên ku binesaziya vê yekê amade dikin jî dûr nasekine. Yanî di hevsengiyên siyasî yên muhtemel de, namzetiyên YNK’ê ya ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê û serokatiya herêmê, PDK’ê di perdeya herî jor de nerehet dike û eger yek ji namzetiyan pêk hat, fikara “Gelo wê çi ji min were?” wê di nava aliyên navborî de zêde bibe. Hevrikiya di navbera Barzaniyan de, hin caran vediguhere polîtîkayeke ku ‘nayê dîtin’.

FIKARA ESAS DAGIRNEKIRINA XAKA BAŞÛR E

Nirxandina hilbijêran a “Eger PDK qebûl bike ku bikeve hilbijartinê, teqez berjewendiyek wê têde heye”, hûrgûliyeke dine ku têkildarî bazariyên PDK’ê bala mirov dikêşe. Fikara esas jî di encama “polîtîkayên pêşkêş” de ji sedî 49’ê xaka Başûr a mayî, ji dest biçe. Di encama israrên heman de, piştî referandûma sala 2017’an ji sedî 51’ê xaka Başûrê Kurdistanê ket destê Heşdî Şabî û artêşa Iraqê. Ev weke tecrubeyeke ku nayê jibîrkirin, di bîra mirov de bi cih bûye.

BAZARÎ DEWAM DIKIN

Kiryarên PDK’ê, di serî de bi YNK’ê re, bi partiyên din ên Kurd re rewşa şerekî navxweyî yê jinûve kûr dike û bazariyên li ser herêmê jî dewam dikin. Li cihê ku şerên wekaletê lê dizivirin, alî li ser aktorên herêmî re peyaman didin hev. Di saeta ku Barzanî li Tehranê de, Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî jî li Washîngtonê hevdîtin pêk dianîn. Her çendî dûr jî were dîtin, lê îhtîmala lihevkirina bi YNK’ê re û dîsa li beramberî hin tawîzan taloqbûna hilbijartinan jî tê nîqaşkirin. Tê payîn ku heta demek nêz jî wê bêîstiqrariya navborî dewam bike û fatûraya van pêvajoyan jî li gel tê birîn.