Partî û saziyan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin

Partî û saziyan cejan Zimanê Kurdî pîroz kirin û bang li gel kirin ku Kurdî li her qadê bi kar bînin.

Partî û saziyan peyam weşandin û 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin.

'XWEDÎDERKETINA LI ZIMANÊ XWE XWEDÎDERKETINA LI NASNAMEYA XWE YE'

Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî bi rêya medya civakî dîmenek weşand û Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. Di peyamê de hate ragihandin ku ziman nasname ye, xwedîderketina li ziman xwedîderketina li nasnameya xwe ye. Her wiha hate xwestin ku axaftin û nivîsandina bi Kurdî li her qada jiyanê bê bikaranîn.

'DIVÊ EM KURDÎ LI HER DEVERÊ BI KAR BÎNIN'

Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bi minasebeta 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî belav kir û bi vê peyamê rojê pîroz kir.

Daxuyaniya DBP’ê wiha ye:

"Beriya niha bi 88 salan, Celadet Elî Bedirxan û komek rewşenbîr li paytexta Surî Şamê dest bi weşana Kovara Hawarê kirin. Ev roj ji bo Kurdî û Kurdan rojek dîrokî bû.

Kovara Hawarê 15’ê Gulana 1932’an de derketiye û heta 15’ê Tebaxa 1943’an, 57 hejmar bi tîpên Latînî hatine çapkirin. Peyva yekemîn a kovarê 'Hawar dengê zanînê ye.

Zanîn xwenasîn e. Kovara Hawarê, kovarekî polîtîk û wêjeyî bû. Kovara Hawarê di dîroka weşangeriya Kurdî de jî cihekî girîng girtiye. Ji ber di kovarê de li ser zaravayên Kurdî xebatên beramberîkirina hev û ji bo lêkolînkirina têkildarî bingeha çand, dîrok û erdnîgariyê hatin kirin vê kovarê heta roja me ya îro girîngiya xwe parastiye. Ji ber vê yekî ji 15’ê Gulana 2006'an û vir ve ev roj wekî CEJNA ZIMANÊ KURDÎ tê pîroz kirin.

JI DAMEZRANDINA KOMARÊ VE...

Ev roja ku em îro wekî roja zimanê kurdî pîroz dikin, ya rast ne wekî pîrozbahiyê wekî roja têkoşînê derbas dibe. Di vê roja ku divê em pîrozbahiyan pêk bînin de em bêjin çima têdikoşin, ji destpêka avabûna komarê vir ve kurd zimanê kurdî bi fermî nikarin biaxivin. Bi darbeya 12'ê Îlonê ya 1980'an re zimanê kurdî bi tevahî hat qedexekirin, di nav malbatan de zimanê Kurdî qedexe bû. Her çendî bi hin qanûnên ku di sala 1991'an Kurdî li meclîsê wekî zimanê X, an jî zimanê nayê zanîn di girtekan re derbas dibe. Nivîsa Kurdî di nivîsandinên fermî de qedexe ye. Di demên dawî de êdî nivîsa Kurdî ya li ser kêlên goristanan jî qedexe kirine û dikin sedema şikandina goran. Ji ber nivîsên kurdî yên li ser kevirên goran, polîs û esker diçin goran dişkînin. Di rewş û demek wisa ku zext li ser ziman zêde ne, em nikarin qala pîrozbahiya ziman bikin. Di rewş û pêvajoyek wisa de tenê em dikarin ji bo ziman têbikoşin û bi têkoşînê destkeftiyan qezenç bikin.

HER KÊLIYA JIYANÊ BILA BI KURDÎ BE

Divê em di van rojan de têkoşînê esas bigirin û Kurdî di hemû qadên jiyanê de jîndar bikin. Li mal, kar, dibistan, saziyên fermî û hemû qadên jiyanê de divê em bi kurdî biaxivin. Divê em Kurdî li hemû qadên jiyana xwe serdest bikin û bikin perçeyek jiyana xwe. Ev di heman demê de dê bibe wesîleya yekîtiya Kurdên çar perçeyan. Parastin û jindariya ziman di heman demê de bingeha avakirina yekîtiya neteweya kurd e. Di pêvajoyek wisa girîn de, divê em kurdî pêş bixin û yekîtiya neteweya kurd ava bikin. Hêzên serdest ên vê yekê dizanin, li ser hebûna kurdî qedexeyan berdewam dikin. Divê em li ruxmê hemû qedexe û astengiyên li pêş Kurdî, 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, bikin roja têkoşînê û roja têkoşînê îlan bikin û Kurdî têxin hemû qad û perçeyên jiyana xwe.

Em di avakirina yekîtiya neteweya kurd de îro ji bo xwe dikin referans û Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin."