Onder: Em ji tifaqan re vekirîne ya girîng prensîb in
Onder: Em ji tifaqan re vekirîne ya girîng prensîb in
Onder: Em ji tifaqan re vekirîne ya girîng prensîb in
Parlamenterê Stenbolê yê HDP'ê û Bernamzetê Şaredariya Mezin a Stenbolê Sirri Sureyya Onder der barê tifaqa hilbijartinan de diyar kir ku eger ji bo wan desthilatdariyê bîne jî ya girîng ne desthilatdarî prensîb in û got, "Heke tifaqek hebe divê bi prensîb be. Divê hêzeke veguhertina siyasî ya tifaqê hebe."
Piştî ku Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ji bo Şaredariya Mezin a Stenbolê bernamzetiya xwe aşkera kir di medyayê de nîqaşên, "Ji bo Stenbolê gelo wê HDP û CHP tifaqê bikin?" ketin rojevê. Di daxuyaniyên Hevserokên Giştî yên HDP'ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu de hatibû diyarkirin ku di hilbijartinên herêmî de tu tifaqek wê çênebe û ji bo Stenbolê ji bo namzetekî serbixwe amade ne bi beşên cuda re tifaqan pêş bixin. Parlamenterê Stenbolê yê HDP'ê Sirri Sureyya Onder nîqaşên tifaqê nirxand û got, "Heke tifaqek hebe divê bi prensîb be."
'PRENSÎB GIRÎNG IN'
Onder da xuyakirin ku kevneşopiyeke siyasî didin berdewamkirin û ji bo wê pêş bixin di nav hewldanan de ne. Onder diyar kir ku ji mijara tifaqan re ne girtîne ji bo wan a girîng ne desthilatdarî prensîb in.
Onder got ku eger di roja me li ser HDP'ê re nîqaşên HDP'ê tên kirin ev serketineke têkoşîna siyasî ye. Onder diyar ku eger prensîb bi qasî tên xwestin neyên nîqaşkirin xêrê nadin tu kesî û qesta wan a ji prensîban ev e ku pêkhateyên siyasî yên di nav tifaqê de xwedî hêzeke veguhertinê bin.