‘Obama li dijî DAIŞ'ê bi têrkerî agresîf nîne’

‘Obama li dijî DAIŞ'ê bi têrkerî agresîf nîne’

Di rewşeke ku rexneyên li koalîsyona li dijî DAIŞ'ê hatiye avakirin dewam dike de, li gorî lêkolînek li nava raya giştî ya DYA hat kirin, Serokê DYA Barack Obama li dijî xeteriya DAIŞ'ê bi têrkerî tund nîne.

Li gorî lêkolîna ji aliyê qenala televîzyonê FOX News a bi meyla xwe ya mûxafazakarî tê zanîn, ji sedî 74 ê DYA'yiyan, Barack Obama di mijdara DAIŞ'ê de bi têrkerî agresîf nabînin.

Ji sedî 58 ê beşdarên anketê, ku di temenê dengdayînê de ne, di wê baweriyê de ne ku eger êrîşên hewayî encama tê xwestin dernexîne holê, divê DYA tevlî operasyoneke bejahî bibe.

Ji sedî 64 ê beşdaran bawer in ku Obama di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de xwedî stratejiyekê nîne.

Ji sedî 54 ê beşdarn jî daxuyaniyên Obama yên ji bo tevlînebûna li operasyona bejahî 'tewş' dibînin.

Barack Obama, piştî ku li ser serjêkirina dîlgirtiyê yekemîn ê DYA'yî daxuyaniya "hînê stratejiyeke me" li dijî çeteya mijara gotinê nîne da, rastî êrîşên giran hatibû.