NY’yê peymana bazara çekan pesend kir, lê
NY’yê peymana bazara çekan pesend kir, lê
NY’yê peymana bazara çekan pesend kir, lê
Peymana çekên bê qontrol dixe bin qontrola xwe ya ku ev nêzî 6 salan e bi sedan dewletên navneteweyî li ser nîqaşê didin meşandin, ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hat qebûlkirin. Lê gumanên der barê peymanê de didomin
Neteweyên Yekbûyî (NY) peymana yekemîn ya ku çekên navneteweyî digire bin qontrolê qebûl kir. Peymana ku ji hêla gelek welatên endamê NY’yê ve hatiye qebûlkirin, dê qontrola çekan çiqasî vekirî û di binê qontrolê de bigire hê jî gumanên wê hene.
Peymana Bazirganiya Çekan a Navneteweyî ev zêdeyî 6 sal in ku li ser xebatek tê meşandin, di runiştina pêr ya Lîjneya Giştî a NY’yê de hat qebûlkirin. Di peymana ku gelek dewlet têde cih digiri, çekên ku tên firotin û çekên ku tên standin, li qadên ku mafên mirovan tên binpêkirin şertê lêkolînê dê bên bi karanîn an na jî têde heye.
HELWESTA WELATAN
Di peymanê de çekên ku tên firotin, ji derveyî dewletan şertê bila ev çek nekevin destê komên ji derveyî dewletê jî balê dikişîne. Li gorî wê, gelek çekên sivik yên wekî konvansiyonel tên zanîn, tang û maşîneyên leşkerî, helîkopter û keştî, firotina fuzeyan jî dê di binê kontrolê de bê girtin.
Di dengdana ku 190 welat tevlî bûn de, Rûsya, Hindistan, Çîn, Misir, Erebistana Suudî û Qatar jî di nav de 23 welat sar nêzîk bûn. Di dengdanê de Sûriye, Koreya Bakur û Îranê jî dengdana ‘na’ bi kar anî. DYA û Almanaya jî di nav de 154 welatan jî dengê ‘er ê’ bi kar anî.
FELAKETA ÇEKAN
Li tevahiya cîhanê bazirganiya çekên nayên qontrolkirin 70 milyar dolar e û rê li ber felaketên mezin vedike. Li gorî saziyên mafên mirovan ên navneteweyî, ji ber çekên ku nayên qontrolkirin li gelek welatan şerên dijwar diqewimin û bi milyonan mirov ji van şeran zirarê dibînin. Li gorî Rêxistina Efuyê (Amnesty International), heke pêşî neyê girtin dê di 4 salên pêşerojê de bazirganiya çekên bê qontrol derkeve 100 milyar dolarî.
Lê ev peymana ku ji hêla NY’yê ve hatiye qebûlkirin, ji bo bi encam bibe, divê dewletên ku îmze avêtine ji hêla parlamentoyên wan ve bên pejirandin. Ji bo peyman bi encam bibe jî herî kêm divê ji hêla 50 dewletî ve bê pejirandin. Ji ber wê jî ev peyman dê di tevahiya cîhanê ji bo bandorên wêyên erênî demeke dirêj dixwaze.
TIRSA JI DYA DIDOME
Her çiqas Peymana Bazirgianiya Çekan wekî gaveke erênî bê dîtin jî, hewlesta dewletên ku bazirganiya çekan di destê xwe de digirin jî tê meraqkirin. Di serî de DYA û gelek welatên din îmze avêtine binê vê peymanê, pirsa dê di parlamentoyê de û kongreyan de bê ev peyman bê pejirandin an na hêj nehatiye bersivandin.
Saziya Natîonal Rîfle Assocîatîon ya li DYA’yê bazirganiya çekan di binê banê xwe de dihewîne jî, din ava wan beşên ku li dijî peymanê derdikevin de cihê xwe digire.