NY û DYE xwestin dawî li tundiya li Misrê bê anîn

NY û DYE xwestin dawî li tundiya li Misrê bê anîn

NY û DYE bang li rayedaran kirin ku dawî li tundiya li dijî xwepêşandêran bînin. Her weha hat xwestin komkujiya roja Şemiyê jî were lêpirsîn ku di encamê de herî kêm 120 xwepêşandêran jiyana xwe ji dest dabûn, zêdeyî 5 hezar jî birîndar bûbûn.

Der heqê komkujiya roja Şemiyê de, artêş û xwepêşandêr hevdu sûcdar dikin. Artêş Biratiya Misliman tewanbar dike ku bi çekan êrîşî leşker û polîsan kiriye. Alîgirên Mûrsî jî sûcdariyan red dikin.

Li gorî artêşê, di çalakiya li Pira 6 Cotmehê ya li paytext Qahîreyê de leşkeran bombeyên çava dişewitînin avêtine alîgirên Mûrsî ên hewl dane bendê deynin ser pirê, lê li dijî xwepêşandêran çek bikar neaniye. Xwepêşandêr jî dibêjin destwerdana leşkeran bi çekan hatiye kirin.

Dîmenên bûyerê yên di çapemeniya navnetewî de cih girtin, nîşan didin ku leşker û polîs bi zanebûn û yekser gule li xwepêşandêran direşînin. Balkêşe ku êrîşa çekdarî ya li dijî xwepêşandêran, ji aliyê yekîneyên taybet ên li nava artêş û polîsan hatiye kirin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê di bûyerê de 80 kesan jiyana xwe ji dst dan, 792 kes birîndar bûn. Nexweşxane jî didin zanîn ku herî kêm 120 kesan jiyana xwe ji dest dane û piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane jî bi çekê hatine kuştin. Tê texmînkirin ku di bûyerê de 4 hezar û 500 kes jî birîndar bûne.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-moon bang li artêşa Misrê kir ku li hemberî azadiay ramanê û mafê xwepêşandanê, bi hurmet tevbigere. Sekreterê Giştî yê NY, careke din xwest sûcdariyên li Mûrsî û endamên Biratiya Misliman tên kirin bi awayekî zelal werin eşkerekirin, bi vî rengî doz were vekirin an jî tavilê serbest werin berdan.

Wezîrê Karên Derve yê DYE John Kerry jî der heqê bûyera tundiyê ya rê li ber mirina bi dehan alîgirên Biratiya Misliman vekir, lêpirsîneke "serbixwe û adîl" bê destpêkirin. Alîkarê Serokkomar ê bi darbeyê re hat wezîfedarkirin Mûhammed El Baradeî û Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Demî Nabîl Fahmy, "gumanên xwe yên kûr" der heqê bûyeran de anîn ziman û gotin, "Di vê qonaxa krîtîk de girîng hêzên ewlekariyê hurmetê nîşanî xwepêşandanên aştiyane bidin."

DYE, darbeya artêşa Misrê ya li dijî Serokkomar Mûrsî şermezar nake û piştgiriya xwe ya malî ya ji artêşê re jî dewam dike.