NY: Li dijî germahiya global pêwîstî bi rêgehek nû heye

NY: Li dijî germahiya global pêwîstî bi rêgehek nû heye

Ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve li New Yorkê Civîna Bilind a Avhewayê pêk hat û di civînê de pêşniyarên çareseriya guherînên avhewa û germahiya global hat nîqaşkirin. Sekreterê Giştî yê NY’ê Ban Kî-moon diyar kir ku pêwîstî bi rêgehekê heye. Saziyên civaka sîvîl û rêveberiyên herêmî jî fikarên xwe yên der barê avhewayê de anîn ziman.

Civîna Bilind a Avhewayê ku beriya Civata Giştî ya  69’emîn a NY’ê pêk hat, ji 120 welatî serokwezîr tevlî bûn û welatên din jî nûnerên wan tevlî bûn. Sekreterê Giştî yê NY’ê Ban Kî-moon di civînê de axivî û diyar kir ku bi taybet ji ber belavbûna karbondîoksîtê (CO2) zêdebûna germaniyê balê dikişîne.

Kî-moon di axaftina xwe de got: “Îro divê em rêgeheke nû ji cîhanê re xêz bikin. Em tenê ji bo axaftinê ne li vir in. Em ji bo nivîsandina dîrokê li vir in."

Kî-moon diyar kir ku divê di mijara germahiya global de serokên hikûmetan rola pêşeng bilîzin û  divê belavbûna CO2 bi kapasîteya mijandinê ya erdê re bibe yek. Kî-moon got ku germahiya global divê di dawiya vê sedsalê de di bin 2 dereceyî de bê girtin û guherîna demsalî bandorê li ser jiyana bi mîlyaran kesî dike.

Kî-moon biryarên ku di konferansa avhewaya 2009’an de hatiye girtin bi bîr xist û  ji nûnerên hikûmetan xwestin ku piştgiriyê bidin Fona Kesk a ku berê soza wê hatibû dayîn. Kî-moon diyar kir ji bo butçeya salane ya 100 mîlyar dolarî divê hikûmet piştgiriya pêwîst bikin.

Bersiva yekemîn ji Fransaya ku dê di sala 2015’an de ji Civîna Avhewayê re malovaniyê dike hat. Fransayê got ku wê salê mîlyonek dolar li Fona KESK razîne.

Di civînê de li gel cîhana aboriyê, saziyên civaka sivîl û rêveberiyên herêmî xebatên lobî pêk anîn.  Saziya World Vîsîon a alîkairya zarokan dike daxuyaniyek da û got ku li welatên xizan pêwîstiya zarokan bi xwedîbûnek baş heye û divê ji bo cotkarên welatên xizan piştgirî bê dayîn.

Şaredarên bajarên mezin ku tevlî civînê bûn jî diyar kirin ku ji ber zêdebûna nifûsê rêjeya karbondîoksîtê jî zêde bûye û divê ev rêje bê daxistin. 

Welatên rojava hewl didin ku ji sala 2020’an şûn ve peymaneke ku ji bo hemû welatên cîhanê derbasdar e li hev bikin. Ji bo pêkhatina vê peymana nû ya ku dê bikeve şûna peymana Protokola Kyoto ya di 1997’an de li bajarê Kyoto a Japonyayê hat îmzekirin, di 5 salên dawî de di civînê ku hatin kirin de encamek nehat girtin.

Di civîna ku dê di 2015’an de li Parîsê pêk tê de tê hedefkirin ku der barê karbondîoksît û gazên serayê de biryarên polîtîk bên girtin.