NY: Hejmara penaberên hewl didin biçin YE di asta rekorê de ye
NY: Hejmara penaberên hewl didin biçin YE di asta rekorê de ye
NY: Hejmara penaberên hewl didin biçin YE di asta rekorê de ye
Neteweyên Yekbûyî (NY) da xuyakirin ku hejmara penaberên hewl didin di ser Derya Spî û Okyanûsa Atlantîk re derbasî welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) bibin, derketiye asta rekorê. Li gorî agahiyên Komîseriya Bİlind a Penaberan a NY daye, di sala 2014'an de herî kêm 164 hezar kesî hewl dane bi rêya deryayê bikevin nava welatên YE.
Li gorî daxuyaniya komîseriyê, par di heman demê de hejmara penaberên rêya deryayê bikar dianîn, derdora 60 hezarî bû.
Komîserê Bilind ê Penaberan a NY Antonio Guterres di daxuyaniya xwe de bibîr xist ku di karesata li nêzî girava Lampeduas de 366 penaberan jiyana xwe ji dest dane û destnîşan kir ku eger welatên YE tevneke baştir a ragihandin û rizgarkirinê dernexînin holê, dibe ku hîn bêtir mirov jiyana xwe ji dest bidin.
Li gorî rapora ji aliyê NY ve hat weşandin, bi tenê di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de 90 hezar kes, bi hêviya jiyaneke nû berê xwe dane Derya Spî. Ji van herî kêm 2 hezar û 200 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Li dû weşandina raporê, endama Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ya ji Karên Hundir û Parastina Sînoran Berpirsyar Cecilia Malmstroem daxuyaniyek da, bang li welaten endam kir ku ji bo pêşîgirtina li mirina penaberan tedbîrên pêwîst bigirin. Malmstroem her wiha destnîşan kir ku cihê şermê ye ku welatên YE nakevin nava hewldaneke têrker.
Malmstroem got, "Hin welat her sal pêşniyar dikin ku bi tenê çend mirov bên parastin. Lê belê bifikirin ku cîhana li derdora me dişewite" û diyar kir ku pêwîst e hevpariyeke zêdetir were kirin."
Li gorî daneyên buroya statîstîk a YE Eurostat, Estonya ku endamek Yekîtiya Ewropayê ye, salane mafê mayînê dide bi tenê 10 kesan. Xirvatîstan û Letonya statuya penaberan dane bi tenê 25 kesan. Slovenya daye 35 kesan û Lîtvanya daye 55 kesan.
Ji ber şer û pevçûnên li welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, par bi mîlyonan mirov ji cih û warên xwe bûn. Hin ji van jî ketin tora qaçaxçiyên mirovan û li Derya Spî dikevin nav rêwîtiyeke gelekî xetere.