Nûnerên Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî li Îranê ne
Nûnerên Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî li Îranê ne
Nûnerên Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî li Îranê ne
Du pisporên Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweî, li navenda nukleerî ya ava giran, dest bi kontrolan kirin.
Kontrolkarên Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî, di çarçoveya peymana navbera Îran û pênc endamên timî yên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî û Almanya de, çûn Îranê. Li gorî vê lihevkirinê, di berdêla pêkanînên aborî de dê Îranê karên xwe yên nukleerî ji bo şeş mehan bisînor bike.
Serokê saziyê Yûkiya Amano der barê kontrolê de agahiyên berfireh neda û got, "Erka min a ji bo aşkerakirina detayan nîne, ji ber ku piştrastkirin parçeyek ji pêvajoyane."
Tê payîn kontrolkar îro karê xwe temam bikin û vegerin navenda saziya xwe ya li Viyanayê.
Li gorî peymana çarçoveyê ya di destpêka Mijdarê de bi Tehranê re hat morkirin, Îran dê der heqê madena ûranyûm a Çolçîn û navenda nukleerî Arak a ava giran de agahiyan bide û ji kontrola pisporan re veke.