Nûnerê NY: Hîn lîsteya beşdarên Cenevre- 2 ne diyare
Nûnerê NY: Hîn lîsteya beşdarên Cenevre- 2 ne diyare
Nûnerê NY: Hîn lîsteya beşdarên Cenevre- 2 ne diyare
Nûnerê Neteweyên Yekbûyê yê Sûriyê El-Exzer El-Ibrahîmî diyar kir ku hîn lîsteya aliyên ku dê tevlî civîna Cenevre 2 ya derbarê Sûriyê bibin diyar ne bû ye.
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê El-Exzer El-Ibrahîmî ku di derbarê rewşa dawî ya Sûriyê li Cenvreyê civîna çapemeniyê lidar xist. Ibrahîmî li ser civîna Cenevre-2 got ku hîn wan lîsteya hêzên dê beşdarî civîna Cenevre-2 ku wê derbarê Sûriyê de bê lidarxistin diyar ne bû ye. Li ser pirsa gelo wê Îran û Erebîstana Sîûdiyê tevlî civînê bibin an na, El-Ibrahîmî wiha bersiv da: "Me hîn lîste amade ne kiriye, lê nemîsogere ev herdû dewlet dê di civînê de cihê xwe bigrin."
Tê payîn ku El-Ibrahîmî di 20'ê Qanûnê de derbarê civîna Cenevre-2 de bi nûnerên Rûsya û Emarîka re bê cem hev. El-Ibrahîmî ji rêjîmê û hêzên opozîsyonê xwest ku şîdeta li Sûriyê bidin rawestandin.