Nûnera NY ya bêçek kirinê li Şamê ye
Nûnera NY ya bêçek kirinê li Şamê ye
Nûnera NY ya bêçek kirinê li Şamê ye
Piştî îdîayên ku dibêjin li derdora paytexa Sûriye Şamê çekên kimyewî hatine bikaranîn, nûnera payebilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bêçekkirinê serdana Şamê kir.
Nûnera NY Angela Kane ku li otêla "Four Seansons" disekine, heta niha ti daxuyanî nedaye.
Li gorî çapemeniya Rojava nûnera bêçek kirinê wê ji hikûmeta Sûriyeyê bixwaze ku destûrê bide pisporên NY, ji bo biçin taxa Şamê û îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî lekolîn bikin.
Mûxalefeta Sûriyê, rejîma Başar El Esad tewambar dike ku roja Çarşemê li taxên Xûrta û Mûadamiyet el Şamê yên di bin kontrola wan de ye, çeka kîmyewî bikar aniye.
Rejîma Şamê van tewanbariyan red dike. Civaka Navneteweyî jî zextê li rejîmê dike ku destûrê bide heyeta NY ji bo li herêmê lêkolînan bike û mijarê ronî bike.