NSA li Norwêcê jî guhdarî kir
NSA li Norwêcê jî guhdarî kir
NSA li Norwêcê jî guhdarî kir
DYE li Norwêcê li 33 milyon axaftinên telefonan guhdarî kir. Di nûçeya rojnameya Dagbladet a Norwêcê de hat ragihandin ku Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya DYE (NSA) di nava mehekê de li 33 milyon axaftinên telefonan guhdarî kiriye.
Rojnameya Dagbladet di nûçeya xwe ya ji çavkaniya ajanê berê Edward Snowden de diyar kir ku piştî Elmanya, Fransa, Spanya, Brezîlya û Hîndîstanê Norwêc bû şeşemîn welatê DYE lê guhdarî kiriye.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku NSA naveroka axaftinan, rêbazên wê, nasnameya kesên axivîne û cihê lê axivîne, tespît kiriye.
Serokê Rêxistina Parastina Daneyan a Norwêcê Bjoern Erîk Thon da xuyakirin ku ev yek gelekî cidî ye û ti carî şopandina welatiyên Norwêcê di vê astê de nayê qebûlkirin. Rayedarên Norwêcî jî diyar kirin ku haya wan ji vê rewşê nîne. Rayedaran der barê mijarê de şîrove nekirin.
Rojnameyê di nûçeya xwe de nivîsand ku NSA di navbera 10'ê Kanûna 2012-8'ê Çileya 2013'an de li 33,2 milyon axaftinên telefonan guhdarî kriye. Ev hejmar ji sedî 10 ê rêjeya axaftinên mehane yên Norwêcê ye.