Nobeta ji Ocalan re Azadî bênavber berdewam dike

Nobeta ji Ocalan re Azadî bênavber berdewam dike

Li bajarê Strasbourg a Fransa çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd bênavber didome. Di çalakiya nobetê ya dikeve hefteya 55’emîn her roj bi sedan kes der barê pirsgirêka Kurd û hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê de tên agahdarkirin. Heta niha nêzî 8 hezar îmze hatine komkirin.

Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd ku ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve li ber Konseya Ewropa ku pêk tê îro ket roja 378’emîn.  Duh komeke ji çar kesan ku ji bajarê Koln ê Elmanya hatin çalakî dewr girtin.

Endamên nû yên komê, di yekemîn roja nobetê de bi sedan belavok ku belav kirin gelek îmze jî kom kirin. Di çalakiya ku bi taybet ji aliyê turîstên tên bajêr û xwendekaran ve rastî eleqeteke mezin tê belavokên têkildarî kampanyaya ji Ocalan re Azadî yên bi zimanê Îngilîzî, Elmanî û Fransî û her wiha broşurên bi serenava “Ocalan kî ye?” tên belavkirin.

‘AZADIYA GELÊ KURD DI AZADIYA OCALAN RE DERBAS DIBE’

Koma nû ya nobetê ku peyama em li pey Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in da wiha gotin, “Em bi zanebûna azadiya gelê Kurd di azadiya Ocalan de derbas dibe tevlî vê çalakiyê dibin. Heta Ocalan azad bibe wê têkoşîn berdewam bike.”

Koma ji Kolnê hat destnîşan kir ku pêwîst e Kurdên li Ewropayê dijîn pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin bi awayekî herî baş ji raya giştî ya Ewropayê re bêjin û gotin ku eger pêwîst bike şert e her Kurdek wek dîplomatan xebatan bike.     

Di çalakiya ku salek zêdetir e li ber Konseya Ewropayê berdewam dike de bi saya belavok û broşurên hatine belavkirin bi sedhezaran kes der barê pirsgirêka Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatine agahdarkirin.