Nelson Mandela jiyana xwe ji dest da

Nelson Mandela jiyana xwe ji dest da

Lîderê efsanewî yê Efrîqa Başûr ku demek dirêj dihate dermankirin di temenê 95 salî de jiyana xwe ji dest da. Serok Komarê Efrîqa Başûr Jacob Zuma daxuyaniyek da û ragihand ku Nelson Mandela jiyana xwe ji dest da.

Mandelayê 95 salî demek dirêj bû bi enfeksiyona pişikê re têkoşîn dida. Mandela nêzî mehekê beriya niha ji nexweşxaneyê hatibû derxistin û dermankirina wî li malê didomiya.

Mandela li dijî rejima nijadperest ya Apartheid têkoşîn da meşandin û lîdertiya wê têkoşînê kir. Mandela piştî 27 salan li girtîgehê ma hate berdan, bû serok dewlet û piştî pênc salan peywira xwe pêkanî dest ji peywira xwe berda bû.

Nelson Mandelayê xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê yek ji mirovên dewletê yên herî zêde rêz jêre dihat girtinbû.