Nelson Mandela ji nexweşxaneyê derket
Nelson Mandela ji nexweşxaneyê derket
Nelson Mandela ji nexweşxaneyê derket
Rêberê efsanewî yê Efrîkaya Başûr û serokdewletê berê Nelson Mandela ku ji ber teşhîsa zaturreyê rakiribûn nexweşxaneyê, ji nexweşxaneyê derket. Hate aşkerekirin ku rewşa Mandelayê 94 salî ber bi başbûnê ve diçe.
Hûkûmeta Efrîkaya Başûr bi daxuyaniyekê aşkere kir ku rewşa Mandela ber bi başbûnê ve diçe.
Mandela herî dawî çileya 2012’ê ji ber enfeksiyona rêya hilmijê rakiribûn nexweşxaneyê û ji bo tenduristiya wî rê li ber gumanên mezin vekiribûn. Xwediyê Xelata Nobel a Aşitiyê û rêberê Efrîkaya Başûr ê ku li hemberî rejîma nijadperest a Apartheidê rabû, piraniya demê xwe li bajarê Johanesburgê û gundê zarokatiya xwe Qunuyê diborîne. Mandela di 94’emîn rojbûna xwe de li gundê xwe bi cih bibû.
Rojbûna Mandela 18’ê Tîrmehê li Efrîkaya Başûr bû pîrozbahiyeke girîng. Mandela Day (Roja Mandela) ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve weke roja veqetandina 6 7 deqedyên xwe b ji bo yên din, banga gerdûnî nas kir. Ev 67 deqe temsîla 67 salên Mandela dikin.
Neslson Mandela 25 salên temenê xwe di zîndana rejîma nijadperest a Apartheidê de borand û din navbera salên 1994-1999’ê de bû Serokkomarê Efrîkaya Başûr, sala 1993’yê Xeleta Nobel a Aşitiyê wergirtibû û sala 2004’ê jî xwe ji siyasetê vekişandibû.