Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Nav-Berlînê ji bo zarokan dest bi atolyeya wêneyan kir

Nav-Berlînê piştî navbera ji neçarî ya ji ber vîrûsa koronayê, ji bo zarokan ji nû ve dest bi atolyeya wêneyan kir.

Navenda Kurdistaniyên Azad li Berlînê (Freie Kurdische Gemeinde e.V. -Nav-Berlin) ku li paytexta Elmanya Berlînê kar dike, jinûve dest bi karên çand û hunerê kir ku ji ber Covid-19 neçar mabû navberê bide.

Ji aliyê muzîkê ve perwerdeya amûran, koma muzîkê û koroya zarokan, ji aliyê govendê ve jî perwerdeya folklorê ji bo zarok û ciwanan û atolyeyên wêneyan li dar dixe.

Nav-Berlînê destpêkê ji bo zarokan dest bi atolyeya wêneyan kir. Zarokên ku tevlî bûn gelekî kêfxweş bûn. Zarokan bi vê kêfxweşiyê dest bi çêkirina wêneyan kirin.

Ji bo tevlîbûna li qûrs û atolyeyan bi rêya navnîşanê têkilî dikare bê danîn:

Residenzstr 54, 13409 Berlin

Mail: [email protected]