Nasnameya gerîlayê şehîd hate eşkerekirin

HPG’ê nasnameya gerîlayê li Garê şehîd bû eşkere kir û got, “Hevrêyê me milîtanekî Apoyî yê mînak bû. Ji bo hemû ciwanên Kurd bû rênîşana têkoşînê.”

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎD

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Me di daxuyaniya xwe ya 4’ê Adara 2025’an de; bi gelê xwe yê welatparêz û raya giştî re parve kiribû ku roja 26’ê Sibata 2025’an di êrîşa dijmin a li ser herêma Garê de hevrêyê me Delîl şehîd bû. Hevrêyê me Delîl Hewraman bi çanda welatparêziya kûr a Rojhilatê Kurdistanê û ruhê azadiyê tevlî refên me yên têkoşînê bû. Em hevrêyê xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û di şexsê wî de soza xwe ya ji bo serketinê dubare dikin.

Hewraman herêmeke ku çanda Kurd lê herî zindî ye û bi kok tê jiyîn. Hevrêyê me Delîl ji Hewramanê weke lêgerînvanekî azadiyê tevlî nava refên me yên têkoşînê bû. Di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de, bû xwedî tevlîbûn û lêhêrbûneke li gorî vê lêgerîna xwe. Li dijî zext, mêtingerî û êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me, dizanî ku yekane rê weke şervanek azadiyê şerkirin e. Hevrêyê me di vê rêyê de kêliyekê jî teredut nekir û bi berhemdariyeke mezin têkoşiya. Hevrêyê me bi vê sekna xwe re bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Ji bo hemû ciwanên ku bû rênîşana têkoşînê.

Hevrêyê me Delîl bi şehadeta xwe re di dîroka azadiyê ya gelê me de cih girt. Di serî de malbata wî ya hêja, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û dilsoziya xwe ya ji bo bîranînên pîroz ên şehîdên xwe dubare dikin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Delîl Hewraman bi vî rengî ne:

Nasnav: Delîl Hewraman
Nav û Paşnav: Şehriyar Kadirî
Cihê Jidayikbûnê: Hewraman
Navê Dayik – Bav: Sarya – Omer
Cih û Dîroka Şehadetê: 26’ê Sibata 2025’an / Garê

Hevrêyê me Delîl li Herêma Hewramanê ya ku bi çanda xwe ya qedîm û welatparêziya kûr tê zanîn, hate dinê. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû, têkoşîna me ya azadiyê pir zû nas kir. Hevrêyê me bi zanebûna Kurdîtiya kûr û girêdayî nirxên xwe yên cewherî, mezin bû. Di temenekî zû de li hemberî Tevgera me sempatî hîs kir. Hevrêyê me li dibistanên sîstemê rûyê rast ê netew dewletê û zihniyeta yekperest hîn baştir fêm kir û ket nava fikaran. Mîna her ciwanek Kurd li hemberî şerê li parçeyên din ên Kurdistanê hestiyar tevgeriya. Gerîlayên ku ji bo parastina destkeftiyên bi berdêlên mezin hatine bidestxistin, ber bi şehadetê ve diçin her tim mereq kir. Hevrêyê me hingî ku temenê wî mezin bû, civak û sîstema kapîtalîst hîn bêhtir lêpirsîn kir. Xwest partiya me PKK’ê hîn baştir fêm bike. Piştî ku demekê çû dibistanên sîstemê, ket nava lêpirsînên kûr. Hevrêyê me li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê berteka xwe nîşan da û dibistan terikand. Hevrêyê me Delîl ciwanekî Kurd ê hestiyar bû ku dizanî dewletên dagirker li dijî gelê me polîtîkayên serîtewandinê dimeşîne. Bi kolberiyê tevkarî li debara malbata xwe kir. Dema ku ev karê pir zehmet bi kedeke mezin dimeşand, hate girtin û demekê li zindanên Îranê ma. Di vê demê de lêpirsînên kûr jiyan kir û xwest li dijî vê mêtingeriya kedê bibe bersiv. Piştî ji zindanên dewleta Îranê derket, ferq kir ku jiyana ew lêdigere tenê di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de heye. Bi rengekî bêsebir xeyala wan rojên ku beşdarî nava refên gerîla bibe, kir. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî destkeftiyên gelê me yên li Rojava û Şengalê kir, şervanên azadiyê bi ruhê fedayî yê Apoyî li dijî çeteyan şer kir. Hevrêyê me ji vî şerê li dijî çeteyan, hêzeke mezin girt. Gerîla nîşan da ku îradeya Apoyî têk naçe û li hemberî ruhê fedayî ti hêz nikare bi ser bikeve. Hevrêyê me hesreta gihiştina gerîla nekarî tenê di hundirê xwe de bigire û ji bo tevlî nava refên gerîla bibe, ket nava lêgerînan. Hevrêyê me di demeke ku dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo tasfiyekirina gerîla operasyon da destpêkirin de, biryara tevlîbûnê da û ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên têkoşînê bû.

Hevrêyê me Delîl di sala 2018’an de gihişt xeyalê xwe. Ji peywendiyên gerîla yên samîmî û germ bandor bû. Hevrêyê me heyrantiya xwe ya ji bo jiyana gerîla û çiyayên Kurdistanê vedigot. Di nava demeke kurt de adapteyî jiyana Partiyê bû. Hevrêyê me beşdarî perwerdeya şervanên nû bû û bi xwesteka xwe ya ji bo fêrbûnê û tevlîbûna xwe ya bi moral a di dersan de, bû şervanekî mînak. Bi dersên îdeolojîk re tiştên di dîroka Partî û Kurdistanê de qewimîne hîn baştir fêr bû. Hevrêyê me hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran zêde kir. Piştî ku bi rengekî serketî perwerdeya xwe qedand, derbasî qadên pratîkê bû. Hevrêyê me dixwest tecrubeya pratîk qezenc bike û têkildarî jiyana gerîla dixwest her hûrgûliyê fêr bibe. Li her qadê bi kedkarî û fedekariya xwe, di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Xwe ji bo wezîfeyên herî zehmet pêşniyar kir û tevî ku gerîlayekî nû bû, di gelek xebatan de berpirsyariyên xwe bi cih anî û xebatên ji bo perwerdeyê ti carî îhmal nekir. Hevrêyê me di ferqa girîngiya perwerdeyê de bû û li ser vê bingehê li ser perspektîfên Rêbertî lêhêrbûn kir. Di kesayeta xwe de guhertinên girîng afirand û derfet dît ku van lêhêrbûnên xwe, bixe pratîkê. Tiştên di pratîkê de fêr bûyî û agahiyên ku ji tecrubeyên hevrêyên xwe fêr bûyî, li her qada jiyanê ji bo xizmeta Partiyê bi kar anî. Hevrêyê me di warê îdeolojîk de xwedî lêhêrbûnên kûr bû û pêşniyar kir ku di perspektîfa Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de kûr bibe. Di akademiyê de beşdarî perwerdeyan bû. Hevrêyê me di pêvajoya perwerdeyê de pratîka xwe hîn kûrtir kir û li ser taktîkên demê jî kûr bû. Ji bo ku ji bendewariyên pêvajoyê re bibe bersiv, lêhêrbûn kir. Hevrêyê me Delîl lêhêrbûnên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir û tevkarî jî li perwerdeya hevrêyên xwe kir. Bi dersên ku ji perwerdeya xwe girtî, di warê îdeolojîk de jî gihişt asteke diyar. Hevrêyê me ji bo di çeperên berxwedanê yên li dijî operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê de cih bigire, pêşniyar kir. Li gorî ruhê demê bû xwedî helwest.

Hevrêyê me weke wezîfeya dawî li Garê di nava gelek xebatan de cih girt û ti hincet ji xwe re qebûl nekir. Ji bo amadekariya tunelên şer û xebatên binesaziyê, her wezîfe bi layiqî pêk anî. Hevrêyê me Delîl 26’ê Sibata 2025’an di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû. Bi kesayeta xwe ya cewherî, sekna xwe ya milîtaniya Apoyî, jiyana xwe ya dilnizm û bi israra xwe ya ji bo pêkanîna taktîkên demê, mîrateyeke têkoşînê hişt ku ti carî nayê jibîrkirin. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşînê ya hevrê Delîl bi serketinê bilind bikin.”