BI DÎMEN

Besê Hozat: Bêyî garantiya qanûnî û hiqûqî ev pêvajo bi rê ve naçe! - NÛ BÛ

Besê Hozat anî ziman ku hikumetê ji bo pêşveçûna pêvajoyê ti gav neavêtiye û got, "Pêwîstiya bingehîn a çekdanîna PKK'ê avakirina bingeha hiqûqî û siyaseta demokratîk e. Heta ku ev nebe PKK nikare dest ji çekê berde, nikare xwe fesih bike. Ev zelal e."

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat beşdarî bernameyeke taybet a Televîzyona Medya Haberê bû û bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo nirxand. Nirxandina Besê Hozat bi vî rengî ye:

"Beriya her tiştî Newrozê li Rêber Apo, gelê me, gelên me, dostên me pîroz dikim. Di şexsê hevrê Mazlûm Dogan û Zekiye Alkan de şehîdên Newrozê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînim.

Em di hefteya lehengiyê de ne. Ji 21'ê Adarê heta 28'ê Adarê Hefteya Lehengiyê ye. Di şexsê hevrê Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz de hemû şehîdên azadiyê û şoreşê bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim.

NEWROZ REFERANDÛMA BANGA RÊBER APO BÛ

Newroza 2025'an bi rastî jî Newroza herî bi heybet a hemû serdeman bû. Ji 7 heta 70 salî gelê Kurdistanê, gelan, dostan Newroz pîroz kirin, daketin qadan. Bi milyonan mirovî deryayeke ji mirovan, okyanûseke ji mirovan ava kirin. Hem li çar parçeyên Kurdistanê hem jî li derveyî welat Newroz bi coşeke gelekî mezin hate pîrozkirin. Newroza îsal coş û kelecaneke mezin da me hemûyan. Bêguman a ku Newroz ewqasî bi coş, kelecan û bi heybet kir, Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo bû. Hevdîtinên bi Rêber Apo re hatin kirin, silava Rêber Apo, wergirtina nêrînên Rêber Apo, Banga Aştî û Civaka Demokratîk coş û kelecan mezin kir.

Di Newrozê de bi xurtî xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê me hate derketin û bi milyonan mirovî bang silav kirin. Careke din bi xurtî hate destnîşankirin ku 'Rêber Apo îradeya me ye'. Di Newrozê de hate gotin, 'Azadiya Rêber Apo azadiya me ye'. Weke referandûmek ji bo banga Rêber Apo bû. Referandûma Banga Aştî û Civaka Demokratîk, azadiya Rêber Apo, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin. Bi milyonan mirovî li her derê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo anîn ziman.

Newroz ji xwe Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû. Newroza 'Azadî ji Rêber Apo re, Aştî û Civaka Demokratîk' bû. Lewma Newroz hêjayî nav û wateya xwe bi rengekî gelekî bi coş, bi heybet ji aliyê bi milyonan mirovî ve hate pîrozkirin û xwedî li vê bangê hate derketin. Bi milyonan mirovî daxwaza azadiya Rêber Apo kirin. Biryardariya xwe nîşan da ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê têkoşîneke gelekî xurt bimeşînin. Lewma dilsozî, hezkirin, hurmet û baweriya bi Rêber Apo re di asta herî bilind de di vê Newrozê de hate nîşandan. Gelê me jî, gelên me jî, dostên me jî di vê Newrozê de hezkirin, hurmet û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re bi rengê herî xurt nîşan dan. Ev yek gelekî girîng bû.

Bêguman Newroza Amedê ji bo Bakurê Kurdistanê bû asta herî bilind. Bi rastî jî zêdeyî milyonek mirov li hev kom bûn. Veguherî mîna deryayeke ji mirovan. Gelekî bi heybet bû. Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, Banga Aştî û Civaka Demokratîk mohra xwe li Newroza Amedê û hemû Newrozan xist.

Cudahiyeke bi vî rengî ya Newroza îsal hebû. Ya rast divê mirov hemû Newrozan bi vî rengî pîroz bikin. Li hemû navçe, bajar, li her deverê, li hemû herêman, li bajarên Tirkiyeyê, li her devera ku Kurd lê ne, li metropolan gelekî bi heybet û bi coş Newroz hate pîrozkirin. Ev yek bi xurtî hate pîrozkirin. Li parçeyên din ên Kurdistanê, li derveyî welêt jî rewş bi vî rengî bû. Ya rast divê mirov vê yekê timî bikin. Gelekî girîng e û Amed bû asta herî bilind a vê yekê. Mînak Newroza Wanê jî gelekî bi heybet bû. Batman, Sêrt jî bi heman rengî bû. Amed bû asta herî bilind. Di hemûyan de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, banga aştî û civaka demokratîk mohra xwe lê xist.

Îsal li Rojhilatê Kurdistanê jî gelekî bi heybet bû. Hinekan gotin, Newrozeke awarte bû. Bi rastî jî Newrozeke bi wî rengî bû. Hema bibêjin li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê erd û ezman tijî mirov bûn. Bû Newroz. Bi rengekî bi heybet hate pêşwazîkirin. Di vê Newrozê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê, demokrasiya ji bo Îranê mohra xwe li Newrozê xist.

Rojavayê Kurdistanê jî bi wî rengî bû. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Newroz li hemû bajaran bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Kobanê ji ber komkujiyê çend rojan taloq kir. Lê belê bi taybetî di 20-21'ê Adarê de gelekî bi heybet hate pîrozkirin. Li vir jî daxwaza ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, banga Aştî û Civaka Demokratîk mohra xwe li pîrozbahiyan xist. Bi milyonan mirovî gotin, 'Azadiya Rêber Apo azadiya me ye'. Li Rojava jî weke li hemû parçeyên din û derveyî welat bi rengê herî xurt hate pîrozkirin. Ev gelekî girîng bû, gelekî bi wate bû.

Newroza îsal xwedî wateyeke gelekî cuda ye. Peyamên siyasî gelekî xurt bûn. Ji aliyekî ve daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û Banga Aştî û Civaka Demokratîk, li aliyê din jî banga ji bo yekîtiya neteweyî ya demokratîk mohra xwe li Newrozê xist. Ev jî gelekî girîng bû. Li qadên Newrozê peyamên li ser yekîtiya demokratîk gelekî bi xurtî hatin dayin, banga vê yekê hate kirin. Di vê mijarê de gel daxwaz û bendewariyên xwe ji pêşengên xwe bêhtir bi xurtî nîşan da. Ev yek jî gelekî girîng bû. Di nava Kurdan de hest, hişmendî û ruhê yekîtiya neteweyî ya demokratîk gelekî xurt kir û mezin kir.

Bêguman Kurdistan bi wateyeke cuda pîroz dike. Weke cejneke berxwedanê, cejna azadiyê pîroz dike. Newroz berxwedan e, serhildana li dijî zilmê ye. Wateyeke xwe ya gelekî cuda heye. Lê belê gelên ku Newrozê pîroz dikin jî bihar bi coş û kêfxweşiyeke mezin pêşwazî kirin. Lewma ez Newrozê li her kesî pîroz dikim. Newrozê li hevrêyên li çiyê, li zindanan li ber xwe didin pîroz dikim.

DEWLET BI RENGEKÎ NE CIDÎ NÊZÎK DIBE

Bêguman Rêber Apo ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, komareke demokratîk û Tirkiyeyeke demokratîk a li ser bingeha çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd 50 sal in bênavber têdikoşe. 26 sal in jî li Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîd û êşkenceyê de vê têkoşînê dimeşîne. Herî dawî bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, çareseriya bi rêya hiqûqî û siyaseta demokratîk îradeyeke gelekî xurt nîşan da û bang kir. Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Ev yek hem ji bo Kurdistanê, hem ji bo Kurdan, hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê, bindestan û jinan bangeke gelekî girîng e. Helwesta Rêber Apo, keda wî gelekî hêja ye.

Lê belê dewlet ne cidî tevdigere. Bi taybetî desthilatdariya AKP-MHP dûrî cidiyetê nêzîk bûn. Bi rengekî ne samîmî nêzîk bûn. Heta roja îro jî ev Wezîrê Edaletê yê ne cidî Yilmaz Tûnç daxuyaniyên dûrî ruh û karakterê rewşê didin. Daxuyaniyên ne cidî dide. Pratîka wî jî bi heman rengî ye. Pirsgirêk ne tenê daxuyanî ye, pratîka wî jî bi heman rengî ye. Desthilatdariyê, dewletê heta niha ti gav neavêtiye.

Normal rêveberiya PKK'ê, bi taybetî hevalê Abbas ev pêvajo bi şênberî, bi rengekî ku bê fêhmkirin raxist pêş çavan. Rewşa li aliyê me, her wiha rewşa li aliyê desthilatdarî û dewletê jî nîşan da.

Hefteya ku bang hate kirin diviyabû Mafê Hêviyê yekser bi cih bihata anîn. Ev pêvajo diviyabû di nava hev de, paralelî hev bi rê ve biçûya. Lê belê ev nehat kirin. Ji bo Mafê Hêviyê bi cih bê anîn pêwîstî bi guhertinên qanûnî hebû. Şert û pêwîstî bû ku li meclîsê komîsyon bê avakirin, sererastkirinên hiqûqî qanûnî bêne kirin, guhertinên qanûnî bêne kirin. Lê belê ev nehat kirin. Di şert û mercên Rêber Apo de ti guhertin nehat kirin.

Tecrîd li Îmraliyê dewam dike. Normal bi bangê re diviyabû tecrîd bi temamî ji holê hatibûya rakirin. Bi pêkanîna Mafê Hêviyê re diviyabû azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bihata. Rêber Apo piştî bangê diviyabû têkilî bi tevgera xwe, rêveberiya PKK'ê re danîbûya. Diviya bû timî di nava têkiliyê de bûya. Diviyabû bi vî rengî bûya ku bi hev re dema lidarketina kongreyê diyar bikira, rojev bi hev re destnîşan bikira. Ji bo Rêber Apo kongreya PKK'ê bi xwe bi rê ve bibe, tevlî kongreya PKK'ê bibe.

Rêber Apo lîderê damezrîner ê PKK'ê ye. Ew bi xwe jî vê dibêjin, Bahçelî jî, AKP'yî jî vê dibêjin. Eger lîderê damezrîner ê PKK'ê be, eger ew rêber e ku PKK damezrandiye, hingî di fesihkirina PKK'ê de jî wê ev rêberê damezrîner bi rola xwe rabe. Wê yekser di nav de be. Wê vê kongreyê yekser bi rê ve bibe.

Niha, ev yek pêk nehat. Piştî bangê bi Rêber Apo re ti têkilî nehate danîn. Serlêdanên malbatê yên ji bo hevdîtinê têne redkirin. Malbat, parêzer ji bo hevdîtinê timî serlêdanan dikin, lê belê tê redkirin, nayê qebûlkirin. Nromal diviyabû bi rêk û pêk bi PKK'ê re di nava têkiliyê de bûya.

Weke min got, komkirina kongreyê, diyarkirina dema kombûnê, destnîşankirina rojevê, rêvebirina kongreyê; ev pêvajo hemû diviyabû Rêber Apo li gel rêveberiya PKK'ê bimeşanda. Diviyabû yekser bimeşanda. Li gel vê yekê diviyabû Rêber Apo karîbûya bi her kesên ku dixwaze têkiliyê dîne.

HETA KU RÊBER APO YEKSER NEKEVE DEWRÊ KONGRE NACIVE, GERÎLA DEST JI ÇEKÊ BERNADE

Rojnamevan, siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar, saziyên civaka sivîl, heyetên cuda, hiqûqnas; derdorên cuda yên ku dixwazin Rêber Apo bibînin, diviyabû karîbûna pê re hevdîtin bikira. Diviyabû her kesê dixwest karîbûya biçûya gel Rêber Apo, hevdîtin pê re bikira. Diviyabû Rêber Apo karîbûya bi her kesên dixwazin re têkilî danîbûya. Statuya Îmraliyê diviyabû bi temamî bihata guhertin. Diviyabû ev sîstem, sîstema Îmraliyê, sîstema tecrîd û êşkenceyê bi temamî ji holê bihata rakirin. Bihata parçekirin û ji hev bihata xistin. Diviyabû azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bihata.

Mebesta me ji şert û mercên kar û jiyana azad ev e. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Diviyabû Rêber Apo rêxistina xwe jî di nav de bi hemû derdorên dixwazin wî bibînin re karîbûya di nava têkiliyê de bûya. Ev yek diviyabû bihata kirin. Ev hate kirin? Nehate kirin. Tecrîd dewam dike. Di ser 27'ê Sibatê re 24 roj derbas bûne. Hîn jî guhertinek nîne. Têkilî pê re nîne, agahî jê nîne, agahiya me nîne.

Ev ê çawa bibe? Rêveberiya PKK'ê daxuyanî da. Heta ku Rêber Apo nebe, heta ku Rêber Apo yekser nekeve dewrê PKK nikare kongreya xwe bicivîne, nikare biryarê bide, nikare xwe fesih bike, gerîla nikare dest ji çekan berde. Ev zelal e. Ti aliyekî vê yê bê nîqaşkirin nîne. Tenê Rêber Apo dikare vê pêvajoyê bi rê ve bibe.

Hevalan gotin. Teqez bi wî rengî ye. Rêveberê pêvajoya aştî û civaka demokratîk Rêber Apo ye. Rêber Apo vê pêvajoyê dimeşîne. Pêvajoya veguherîna demokratîk û jinûve avabûnê ji aliyê Rêber Apo ve hate afirandin, tê birêvebirin. Ji bilî wî, kes nikare wê îradeyê, hêzê û înîsiyatîfê nîşan bide. Ev zelal e.

Heta ku di vê mijarê de gavek neyê avêtin ev kongre nikare bicive, nikare biryareke bi wî rengî werbigire. Ji bo biryareke bi wî rengî nikare bicive. Yekane kesê ku vê bike Rêber Apo ye. Damezrînerê PKK'ê ye. Yê ku dawî li vê pêvajoyê bîne, dawî li pêvajoya têkoşîna çekdarî bîne Rêber Apo bi xwe ye. Ev zelal e.

GUHERTINA WÊ MEWZÛATÊ KARÊ 2-3 ROJAN E

Niha Wezîrê Edaletê radibe dibêje 'Mafê Hêviyê di mewzûatê de nîne'. Gelo ew mewzûat ayeta Quranê ye? Tu pêvajoyeke ewçend cidî dide destpêkirin, bêguman tu yê mewzûatê biguherîne. Eger tu cidî be, ji dil be hingî tu yê mewzûatê biguherîne. Guhertina wê mewzûatê jî karê 2-3 rojan e. Me lêkolîn kir. Ji yên ku pê zanin hinekî lêkolîn kir, agahî dan me.

Eger bixwazin wê di nava çend rojan de wê mewzûatê biguherînin, guhertinên qanûnî bikin. Mafê Hêviyê di nava 3-4 rojan de dikare bi cih bê anîn. 3-4 qanûn e, ew dikarin bêne guhertin, Mafê Hêviyê bi cih bê anîn. Lê belê naxwaze. Ne karekî ku neyê kirine e. Mewzûat dikare bê guhertin. Dikare mewzûatê biguherînin. Rêber Apo dikare peyama bi dîmen jî bide.

PEYAMA BI DÎMEN EZMÛNEK BÛ

Me çima di peyama bi dîmen de israr kir? Ji ber ku ew ezmûnek bû. Testkirina desthilatdarî û dewletê bû. Me xwest test bikin bê çiqasî cidî ye. Eger cidîbûna wê li ber peyama bi dîmen ranebûna, wê nebûna asteng. Wê pêvajoyeke ewçend dîrokê bê destpêkirin, pêvajoyeke cidî bê meşandin, pirsgirêka 100 salî bê çareserkirin, lê xwe ji peyameke bi dîmen vegire. Ev çawa dibe? Ev yek cidiyet û samîmiyeta te radixe pêş çavan. Ya rast, di wir de maskeya wan kete xwarê. Bi astengkirina peyama bi dîmen re maskeya li ber rûyê wan kete xwarê, rûyê wan ê rast hate dîtin. Piştre jî ji xwe dewama wê nehat, vaye hûn dibînin.

Niha li ser çi diaxive, dibêje; 'Mafê Hêviyê di mewzûatê de nîne'. Mewzûatê biguherîne! Eger tu cidî be tu yê wê mewzûatê biguherîne. Tu yê guhertina qanûnî bike, mafê hêviyê di nava 3-4 rojan de bi cih bîne. Heta ku garantiya qanûnî û hiqûqî ya vê pêvajoyê nebe, ev pêvajo nikare bi pêş ve biçe. Eger bi vî rengî dewam bike, sibe, dusib wê temamiya wê heyeta ji 7 kesan a çû Îmraliyê bê girtin. Ti garantiya wê nîne. Hevserokên DEM Partiyê jî di nav de. Garantiya wê nîne. Ji ber ku garantiya qanûnî hiqûqî nîne. Her tişt li derveyî hiqûqê tê kirin. Weke ku îllegal tê kirin.

Garantiyeke vê pêvajoyê nîne. Lewma teqez divê garantiyeke hiqûqî û qanûnî hebe. Di vê mijarê de divê qanûn bêne amadekirin. Sererastkirinên hiqûqî divê bêne kirin û li meclîsê qanûn bê qebûlkirin. Rêberê me hîn di destpêka pêvajoyê de got. Got, 'Bila li meclîsê partiyên desthilatdariyê, partiyên muxalefetê bi hev re komîsyoneke hevpar ava bikin. Ev komîsyon jî guhertinên qanûnî bike. Bila garantiya hiqûqî û qanûnî ya vê pêvajoyê ava bibe, zemîna wê ava bib'. Ti ji van nehate kirin.

Berevajî vê yekê ji bo ev zemîn ava nebe bi her awayî êrîş têne kirin. Ev ê çawa bimeşe?

Eger pirsgirêka Kurd li şûna têkoşîna çekdarî wê bi rengê hiqûqî û siyaseta demokratîk bê çareserkirin, eger wê li ser vê zemînê çareser bibe, wê demê divê zemîna hiqûq û siyaseta demokratîk hebe. Divê rewşa vê, zemîna vê bê avakirin. Ev nebe wê PKK çawa dest ji çekan berde? Pêwîstiya bingehÎn a çekdanîna PKK'ê avakirinan aliyê hiqûqî û siyaseta demokratîk e. Heta ku ev nebe PKK nikare dest ji çekan berde, nikare xwe fesih bike Ev gelekî zelal e. Naveroka Banga Aştî û Civaka Demokratîk jî bi temamî tê vê wateyê.

EW BANG MUTABAQATEKE HEVPAR E, TU YÊ PÊWÎSTIYÊN WÊ BI CIH BÎNE!

Her wiha vê jî bibêjim. Banga Aştî û Civaka Demokratîk, banga ku Rêberê me kir di heman demê de mutabaqateke hevpar e. Mutabaqateke hevpar e ku bi heyeta dewletê re hatiye amadekirin. Mînak, kes zêde balê nakişîne ser vê rastiyê, lê belê ez weke şexs vê yekê gelekî girîng dibînim. Dewletê jî naveroka vê bangê qebûl kiriye. Lewma konsensuseke hevpar ava bûye. Naveroka vê bangê çi ye, wateya wê çi ye? Ev bang banga ji bo komara demokratîk e. Ev bang banga ji bo lihevkirina demokratîk e. Ev bang banga ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi aliyên hiqûqî û siyaseta demokratîk e. Dewletê jî ev qebûl kiriye. Jİ ber ku mutabaqateke hevpar e.

Eger dewletê ev qebûl nekiribûya, gelo ev bang wê karîbûya bihata kirin? Pêkan bû? Wê destûra vê yekê bida? Madem, ey dewlet, desthilatdarî tu proje, perspektîf û polîtîkaya komara demokratîk qebûl dike, lihevkirina demokratîk qebûl dike, çareseriya pirsgirêka Kurd bi rengê hiqûqî û siyaseta demokratîk qebûl dike; wê demê tu yê gavê biavêje, tu yê gava şênber biavêje. Tu yê zemîna hiqûqî qanûnî ya vê yekê biafirîne. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rengê hiqûqî û siyaseta demokratîk tu yê li meclîsê zemînê vê yekê ava bike. Meclîs wê bi xurtî bixebite. Rêber Apo heman piştî bangê tavilê ji aliyê fîzîkî ve azad bibe. Wê bi rêxistina xwe, bi her kesî re têkiliyê dîne. Tu yê cidî be, samîmî be û van êrîşan rawestîne.

Na, bi israr dibêjin, 'Ev bang bê şert e, bê merc e, Ocalan bi vî rengî gotibû!' Wê demê weke dewlet û desthilatdariyê te tiştek ji wê bangê fêhm nekiriye! Divê rûnên û çil carî wê bangê bixwînin. Divê fêhm bikin bê tê çi wateyê. Bang bi xwe çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha hiqûq û siyaseta demokratîk e. Çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha xweseriya demokratîk, demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Te bi destûrdayinê re ew bang qebûl kir. Ew bang ji xwe mutabaqateke hevpar e. Wê demê tu yê berpirsyariyên wê bi cih bîne. Li gorî wê tu yê gavê biavêje, tu yê cidî be.

Nêzîkatî eşkere ye. 'Bang hate kirin, bila yekser dema kongreyê diyar bikin, kongreyê bicivînin, xwe fesih bikin, çekan dînin'. Nabe bi vî rengî. Ji wan heye ku yên li hemberî wan fêhm nake. Dek û dolabên ku vê dewletê sed sal in li ser Kurdan gerandiye, ma kêm e? Komplo, lîstik, fen û fûtên li Kurdan kirine, ma hindik in? Ma Kurd bi van nizanin? Hişek heye, bîrek heye! Hişmendiyeke kûr heye, bûyerên qewimîne hene, tecrûbe hene. Kî wê bikeve van xefikan? Eger tu di vê de israr bike, wê demê em ê bibêjin, tu fen û fûtan dike, tu dek û dolaban digerîne, ya ku tu dike komplogerî ye, tu li pey lîstikan e, tu taktîka siyasî dike. Tu manewraya siyasî dike. Nêteke te ya ji bo çareseriya pirsgirêkê bi rêyên siyaseta demokratîk û hiqûqê nîne.

Derdê te ew e ku tu Kurdan, têkoşîna wan a 50 salî bi hemû nirxên xwe, bi nirxên azadî demokrasiyê ji holê rake, tasfiye bike. Polîtîkaya qirkirinê dewam bike. Israra ji bo vê ye. Tu bi rêya taktîkê dixwaze vê bike. Wê demê em ê bi vî rengî bibêjin û bi vî rengî binirxînin.

Fikar û guman ji xwe hene. Ji destpêkê ve hebûn. Lê belê Rêber Apo bi rastiya vê dewletê zane û têkoşîneke gelekî xurt dimeşîne. Dixwaze pêvajoyeke bi kêrî civaka Tirkiyeyê, jinan, gelê Kurd û gelan bê bimeşîne û bi ser bixîne.

Di vê mijarê de bêguman divê têkoşîn bê meşandin. Bi taybetî pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê ji aliyê me ve gelekî bi xurtî bê meşandin. Divê em ji vê pêvajoyê vê encamê werbigirin. Divê em guh bidin banga Rêber Apo, yanî bi perspektîfa azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û civaka demokratîk vê pêngavê teqez bigihînin serketinê û têkoşîneke bi vî rengî bimeşînin.

HEBÛNA ŞER JÎ ÎNKAR DIKIN, EV YEK ASTA WAN DIYAR DIKE

Êrîşên li dijî Têkoşîna Azadiyê qet kêm nebûn. Piştî daxuyaniya 1’ê Adarê ya Komîteya Rêveber a PKK’ê û vir ve, piştî banga agirbestê jî, vê dewletê êrîşên xwe dewam kirin. Ji xwe bîlançoya êrîşan ji aliyê HPG’ê ve tê parvekirin. Bi çekên giran êrîşên pir dijwar pêk tînin. Her wiha careke din di vê pêvajoyê de çekên kîmyewî hatin bikar anîn. Bombeyên fosfor hatin bikar anîn. Hemû çekên qedexekirî bi berdewamî bikaranîn. Sûcên şer domandin.

Bi taybetî ev êrîş hemû piştî 1’ê Adarê bênavber û bi awayekî dijwar dewam kir. Di vê çarçoveyê de li dijî van êrîşan, agirbesta ku ji aliyê PKK’ê ve hatiye ragihandin jî, di rastiyê de wateya wê namîne.Ji xwe Yaşar Guler daxuyanî da. Diyar kirin ku ew agirbestê qebûl nakin û gotin, “Ev agirbest ji kur derket? Em li dijî wan şer nakin, çima ji bo me agirbestê radigihînin û ji me agirbestê dixwazin?” Hin hewirdor gelek car anîn ser ziman. Diyar kirin ku eger PKK’ê agirbest ragihandibe divê dewlet jî agirbestê ragihîne. Divê herdu alî agirbestê ragihînin ku pêvajo pêş bikeve. Ev jî dibe nêzîkatiya niyetek baş. Bawerî jî pîvanek e, di warê samîmiyet û cidiyetê da nîşaneke girîng e. Daxuyaniyên bi vî rengî ji aliyê derdorên cuda ve hatin kirin. Bi awayekî bersiv da wan jî.

Li gorî Yaşar Guler û dewlet û desthilatdariya Tirk şer nameşînin. Ew li dijî terorê têdikoş in. Li gorî wan ev ne şer e, têkoşîn e. Ji ber vê yekê, ji ber ku şer nîne, agirbest nabe. Mantiqê wan wisa dixebite, nêrîna wan wisa dixebite.

Niha ev 41 sal in şerekî dijwar heye, bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane û di vî şerî de hemû çavkaniyên aboriyê yên Tirkiyeyê hilweşiyane. 4 trilyon dolar çûye vî şerî. Aborî têk çûye, dewlet hilweşiyaye, civak têk çûye. Di vî şerî de Tirkiyeyeke hilweşiyayî heye. Hê jî dibêje ev ne şer e. Her roj 10 an jî 20 balafirên şer radibin û bombeyan dibarînin. ÎHA û SÎHA’yên wan her tim li hewayê digerin. Tank û topên wan bênavber bombeyan diavêjin. Çeka kîmyewî fosforê bi kar tîne. Her cure çekan bikar tîne û ji vê re nabêje şer. Wê demê ev çiye? Yanî dema du dewlet li dijî hev şer bikin ewqas teknîk di şer de tên bikar anîn, ewqas windahî çêdibe û di vê astê de dewletek hildiweşe.

Hevrêyan gotibûn ‘kompleks’. Rast e aliyek wê ev e. Lê aliyê wê yê esasî helbet zîhniyeta qirker e. Zîhniyeteke bi vî rengî ya qirkirinê, zîhniyeteke bi vî rengî ya dijî Kurdan, zîhniyeteke bi vî rengî ya paşverû, li ber çavên cîhanê şerek ewqas dijwar, ku bûye sedema berdêlên giran û hilweşînên mezin, qebûl nake. Ev yek asta wan diyar dike. Asta Yaşar Guler û desthilatdariyê nîşan dide. Zîhniyeta û asta wî nîşan dide.

Şer dewam dike, bêguman. Têkoşîn û berxwedana hevrêyan dewam dike. Ji xwe bersiva herî xurt didin êrîşan. Lazim e bê dayîn jî.

FAŞÎZMA LI KURDISTANÊ LI HEMÛ TIRKIYEYÊ BELAV BÛYE

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ji aliyekê ve ketine taya canê xwe. Ketine taya desthilatdariya xwe. Ji bo desthilatdariya xwe bidomîne û li ser piyan bigire, bi awayekî bêperwe êrîşê hemû komên muxalîf dike. Bi rastî jî bêperwe êrîş dike. Ne hiqûq heye, ne exlaq û ne jî wijdan heye. Tu nirxî nas nake. Li ser navê mirovatiyê ti rêgez nas nake. Di nava êrîşeke ewçend dijwar de ye.

Ji xwe bi salan e li Kurdistanê şerekî qirkirinê dimeşîne. Şerekî qirker û faşîzma ku bi dehan salan e didome heye. Û me her tim vê yekê got. eger li Kurdistanê faşîzm hebe, wê li Tirkiyeyê demokrasî nebe. Eger li Kurdistanê şerekî qirkirinê bê kirin, wê li Tirkiyeyê hiqûq, demokrasî û edalet nebe. Ev yek wê bandor li Tirkiyê jî bike û belav bibe. Û di vê mijarê de me her tim bang li civaka Tirkiyê, li muxalefeta Tirkiyê û li gelek aliyên demokratîk kir ku berê jî bi me re di nav vê têkoşînê de bûn. Û di vê mijarê de em mafdar derketin.

Niha faşîzm û zexta li Kurdistanê li her derê Tirkiyeyê belav bûye. Berovajî vê jî rast e. Mînak li Kurdistanê hê jî zilm, tundî û faşîzm didome. Îcar dema ku ev zilm û faşîzm li Tirkiyeyê berdewam dike, gelo demokrasî û aştî li Kurdistanê pêkan e? Pêvajoya aştî û civaka demokratîk dikare pêş bikeve? Tiştek wisa pêkan e? Teqez nabe! Ne li Kurdistanê û ne jî li Tirkiyeyê pêş nakeve. Eger li Amedê faşîzm hebe, wê li Stenbolê û li Enqereyê jî faşîzm hebe. Eger li Stenbolê faşîzm hebe, wê li Amedê jî faşîzm hebe, ev yek wê li Colemêrg û Dersimê hebe. Ev wisa ye. Xwezaya kar û hiqûqê wisa ye.

Ev desthilatdarî qels e. Me her tim nirxand. Gelekî qels e. Ji hilweşandinê ditirse. Ya rast, Erdogan ji windakirina desthilatdariyê ditirse. Ji ber vê êrîşê her kesê ku weke hêz, reqîp ango alternatîf dibîne dike. Êrîşî her hêzê, her beşê dike. Hewl dide biperçiqîne û tine bike, tasfiye bike.

Niha jî, beriya êrîşên li hemberî CHP'ê bikin, weke hûn jî dizanin li dijî gelek şaredariyên li Kurdistanê qeyûm hatin tayînkirin. Yanî Mêrdîn, Êlih, Wan, Dêrsim, Xelfetî, gelek navçe... Piştre hat û li CHP'ê jî xist. Esenyûrt li ser esasê lihevkirina bajar hatibû bi dest xistin. Akdenîz dîsa di encama lihevkirina bajêr de bû. Vana hemûyan girt destê xwe û dagir kir. Niha jî bajarê herî mezin ê Stenbolê kiriye hedef. Di rastiyê de niha dest daniye ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê.

Li Tirkiyeyê bi taybetî CHP’ê li hemberî tevahiya mûxalefetê êrîşeke gelekî dijwar heye. Ya rast niha li Tirkiyeyê darbeyeke siyasî ya rasteqîn heye. Niha li cihekî ku ewqas êrîş hene, muxalîf di bin êrîşeke ewçend mezin de ye, hewl tê dayîn bê tasfiyekirin û pelçiqandin, pêvajoya aştî û civaka demokratîk wê çawa bi pêş bikeve? Pêkan e?

Ji dema ku ev pêvajo ket rojevê, Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê xebateke gelekî berfireh meşand. Çû cem hemû partiyan û civîn lidar xist. Peyamên Rêber Apo ji wan re bir. Van partiyan, partiyên siyasî daxuyanî dan û CHP'ê jî daxuyanî da. Gotin ku ew xwedî li vê pêvajoyê derdikevin. Gotin çi ji destê wan bê ew ê bikin. CHP'ê di dîroka xwe de cara pêşî helwesteke wiha wêrek nîşan da. Rêber Apo, desthilatdarî û rastiya dewletê nirxand. CHP'ê diyar kir ku ew li ser vê însyatîfa hevpar a hatiye pêşxistin radiweste û piştgiriyê dide. Got ew ê her cure destekê bide. Peyamek ji hemû partiyan re şand. Piştre pakêteke demokratîkbûyînê xist rojeva xwe. Diyar kir ku pirsgirêka Kurd encax li meclîsê çareser bibe û anî ziman ku ew ê komîsyonek li meclîsê ava bikin. Li dijî polîtîkaya qeyûm helwesteke gelekî cidî nîşan da û bi DEM Partiyê re kete nava tifaqê.

LIHEVKIRINA BAJÊR TIFAQA GELÊN KURD Û TIRK ÎFADE DIKE

Êrîşên li ser vê yekê jî zêde bûn. Bi van êrîşan lihevkirina bajêr tê hedefgirtin. Lê belê livehkirina bajêr pêvajoyeke wisa ye ku dê herî zêde ew piştgiriyê bide vê pêvajaoyê û wê xurt bike û pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk pêş bixe. Lihevkirina bajêr aşitî û xwişk-biratiyê îfade dike. Tifaqa gelên Kurd û Tirk îfade dike. Xwişk-birati û yekîtiya gelên Kurd û Tirk îfade dike. Xwişk-birati, yekîtiya gelan îfade dike. Ger tu rabî û li hemberî lihevkirina bajêr ewqasî dijminahiyê bikî, êrîşî wê bikî, cezayan bibirî, derbeyan bikî, tasfiye bikî tu yê çawa xwişk-biratiya gelên Kurd û Tirk, yekîtiya wan, aşitiya wan û pêvajoya çareseriya demokratîk pêş bixî? Gelo ev pêkan e? Na ne pêkan e. Ev yek diyar e jî. Ji ber wê yekê a niha pêvajo xitimiye. Tecrîd berdewam dike. Pêvajo pêş nakeve. Ewqasî êrîş hene.

CHP yek ji wan partiyan bû ku dê piştgirî bida vê pêvajoyê. CHP, ew partî ye ku ev dewlet damezrandiye. Bû yek ji wan partiyan ku piştgiriyeke xurt dida vê pêvajoyê. Weke partiya damezrînê komarê anî ziman ku dê pştgiriyê bide vê pêvajoyê. Gotin ku bes bila cidî û zelal bin.  Got bila ev pirsgirêk li Meclîsê were çareserkirin.

Rêber Apo jî Meclîs nîşan da. Rêber Apo got ku bila komîsyon were avakirin, zemîna yasayî were avakirin û li Meclîsê were çareserkirin. Jixwe navnîşana siyaseta demokratîk û hiqûqê Meclîs e, civak e, hemû beşên civakê ne. Tu a niha rabî û li hemberî avaniyeke bi vî rengî dest bi nêzîkatiyeke ev qasî giran bikî, hewl bidî ku hemû muxalefetê tasfiye bikî, tu yê çawa vê pêvajoyê pêş bixî? Tu nikarî pêş bixî. Ev cidîbûna te nîşan dide. Nîşan dike ku tê çawa li nêzî vê pêvajoyê dibî. Asta jidilbûna te nîşan dide. Û encameke çawa derdikeve holê? Nîşan dide ku bêcidîyeteke mezin, gîrokirineke nejidil û deq û dolab hene.

DIVÊ HEMÛ MUXALEFET BI HEV RE TÊBIKOŞIN

Ji roja ewil wan bi xwe diyar kir. Gotin; ‘’Em eniya navxweyî bi hêz bikin.’’ Bes bi tevlîbûna her kesî em dikarin vê pêvajoyê pêş bixin. Erê, bi rastî jî pirsgirêka Kurd û pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê bi beşdarbûna her kesî pêkan e. Di serî de jî muxalefet… Tu a niha hewl didî ku hemû vê muxalefeta ku dê vê pêvajoyê pêş bixe û xurt bike tasfiye bikî. Wê demê tu hemû zemînê têk dibî. Ev yek dê çawa bibe? Ev rewş jî sekn û helwesta desthilatdariyê nîşan dide.

Ji ber wê yekê ev yek girîng e. Divê ti dudilî pêk neyên. Divê teqez di vê pêvajoyê de di serî de muxalefeta demokratîk, hemû kes li hemberî faşîzm, van êrîşên faşîst li hemberî van êrîşên li ser gelê Kurd, hemû hêzên demokrasiyê, civaka Tirkiyeyê, civaka gelê Kurd, jinan, ciwanan, muxalefetê û hemû beşên civakê helwesteke  hevpar nîşan bidin û têkoşîneke hevpar were meşandin. Divê li hemberî van êrîşên faşîst têkoşîneke bihêz ya yekbûyî û hevpar were meşandin. Bes bi vê rêyê dikare ev êrîş werin pûçkirin.

Ev desthilatdarî, desthilatdariya AKP-MHP’ê û Erdogan, hewl dide bi çewisandin, tasfiyekirin, şikandina îradeya hemû muxalefetê desthilatdariya xwe bidomîne. Derdê wan hemû ev e, armanc ev e. Bi awayekî zelal derket holê. Rû û rastiya vê desthilatdariyê bi awayekî tam derket holê.

Divê di vê mijarê de tu kes nekeve dudiliyê. Ma di rewşeke wiha de wê pêvajo were pêşxistin? Faşîzm gelekî zêde bûye. Dê çawa pirsgirêka Kurd çareser bike? Dê çawa pirsgirêka Kurd girêdayî bingeheke siyasî û hiqûqî çareser bike? Tu siyaseta demokratîk û zemîna hiqûqî bi temamî ji holê radikî. Êrîşî wan dikî.

Her wiha Erdogan demagojiyê dike; qala endambûna Yekîtiya Ewropayê dike. Ew yek dubare xistiye rojeva xwe. Hemaseteke bi vî rengî tê kirin. Ya tu nikarî Qanûna Bingehîn û hiqûqa xwe bisepînî. Hiqûqa Yekîtiya Ewropayê, peymanên navneteweyî û biryarên AIHM’ê bisepînî û wan bi cih bînî. Tu çawa û bi kijab rûyî, -jixwe bêrû ye- qala endambûna Yekîtiya Ewropayê dikî? Tu kê dixapînî? Bi vî rengî hewl dide Ewropayê bixabîne.

Di warê aboriyê de tengav bûye, aboriyeke têkçûyî heye. Bi vî rengî hewl dide ku berê sermayedaran bide xwe. Hewl dide gel bixapîne. Tirkiyeyeke têkçûyî û hilweşiyayî li holê ye. Derve dixapîne ku weke qaşo ku Tirkiyeyeke demokratîk ya li gel gelê Kurd pêvajoya aşitiyê pêş dixe heye, nîşan dide. Tu yê li gel gelê Kurd pêvajoya aşitiyê bi tasfiyekirina hemû muxalefetê pêş bixî? Bi pêşxistina her cure êrîşên kîmyewî û fosforê?

Bi temamî tunekirina malbatekê? Li Kobanê malbatek bi temamî îmha kir. Ji holê rakir. Ma tu yê bi tunekirinê pêvajoya aşitiyê pêş bixî? Tu kê dixapînî? Gelo dê kî bi van bixape? Ma ev yek pêkan e?

Ji ber wê yekê divê li hemberî faşîzmê têkoşîneke hevpar were meşandin. Divê hemû muxalefet li hemberî faşîzmê têkoşîneke xurt a hevpar bide meşandin. Divê perçebûn tune be. Jixwe armanca sereke ya vê desthilatdariyê perçekirina muxalefetê ye. Ji destpêkê ve ye serî li vê polîtîkayê dide. Belavkirin, perçekirin û pêşîlêgirtina lihevkirinê. Girêdayî wê yekê jî hewl dide xwe li ser piyan bigire. Divê kes nexape. Ev yek gelekî girîng e. Divê hemû kes bi zanebûnî nêzî vê yekê bibe. Ev yek gelekî girîng e.

Her wiha CHP, berdêla kiryarên xwe dide. Divê ev yek jî were gotin. Bi salan e vê desthilatdariyê li ser piyan digire. Ji desthilatdariyê re canxelasiyê dike. ‘’Welat-Netew-Sakarya’’ jî li pişt kete rêzê. Lê belê hemû gotinên ‘’Welat-Netew-Sakarya’’ ji bo parastina desthilatdariyê bû. Ji bo berjewendiyên wê bi xwe bû. CHP jî bi qasî vê desthilatdariyê sûcdar e ku ev desthilatdarî bi salan e li ser piyan e û ev 22 sal in Tirkiye xistiye vê rewşê.

A niha heçku hinekî rastî dîtine û hinekî polîtîkaya xwe diguherînin. Hinekî çavên wan vebûn û aqilê wan hate serê wan. Hêvî dikim ku ev yek tam çêbibe. Bi rastî jî hatine ser hişê xwe. Weke dibêjin ku mirov kengê xwe ji zirarê rizgar bike, ew qasî baş e. Divê bi vî rengî were qebûlkirin. Hêvî dikim ku vê sekna xwe ya bibiryar jî bidomînin.

DIXWAZIN WATEYA NEWROZÊ BÊQÎMET BIKIN

Newroz, aîdî Kurdistan û Mezopotamyayê ye. Ev çand ji Mezopotamyayê ji gelek cihan re belav bûye. A niha li Asyaya Pêş û Qefqasyayê jî ji aliyê hin gelan ve tê pîrozkirin. Bi qasî ku em dizanin Tirkmen, Qirxis, Kazak û Tacîk in. Vaye Fars û Azerî jî pîroz dikin. Tê gotin ku li Balkanan jî ji aliyê hin gelan ve tê pîrozkirin. Bi qasî ku em dizanin pîroz dikin.

Çandek e ku ji Mezopotamyayê belav bûye. Aîdîyet û koka wê; Mezopotamya û Kurdistan e. Çandeke Aryen e, çanda berxwedanê ye. Koka wê Aryenîk e. Jixwe etîmolojiya wê jî wisa ye. Tê wateya roja nû û vejînê. Hemû gelan û erdnigariyan mîtolojiyek heye; mîtolojiya Newrozê bi awayekî xweser heye.

Helbet ya gelê Kurd gelekî cuda ye. Rojeke têkoşîn û berxwedanê ye. Serhildana bindestan a li hemberî zordestan e. Vaye serhildana Kawayê Hesinkar ya li hemberî Dehaq îfade dike. Çandeke girêdayî wê yekê ye. Heya roja îroyîn, bi qasî ku ez dizanim ev 2725 sa lin li vê erdnigariyê tê pîrozkirin. A rastî weke rojeke azadî, berxwedan û têkoşînê tê pîrozkirin. Di nava gelê Krd de tê vê wateyê. Di nava gelên din de jî weke weke pêşwazîkirina hatina demsala biharê tê pîrozkirin. Gelekî watedar e.

A niha kiryarên Erdogan yên ji berê heya niha ku bi qasî tê bîra min. Ev yek ji aliyê hin waliyan, wezîran ku Demîrel jî; hin serokwezîran ve hate kirin. Hin pîrozbahiyên fermî kirin, agirên biçûk pêxistin û hewl dan xwe li ser biavêjin. Bi vî rengî Newroz pîroz kirin. Xwestin Cejna Newrozê veguherînin ‘’Nevruza Tirkan.’’ Xwestin bixin nava dewletê. Xwestin bikin rojeke fermî ya ku dewlet jî pîroz dike. Bi vî rengî xwestin ji civakê bidizin, wateya wê pûç bikin û dejenere bikin. Bi pîrozkirina li eywanên biçûk hewldan dûrî berxwedan û wê çandê, çanda têkoşîna civakî û hişmendiya ekolojîk bixin. Û xwestin asîmîle bikin. Xwestin bikin aîdî Tirkbûnê jî.

Girêdayî vê yekê hewl dan di çarçoveyeke wiha nijadperest û neteweperst de binirxînin.Û ev yek ji bo çi kirin?  Ev yek zêdetir, ji ber ku gelê Kurd Newrozê weke roja têkoşîn, berxwedan, azadî û serhildanê pîroz dikin, weke roja serhildana li hemberî zordestan pîroz dikin, kirin.  A rastî ev jî perçeyeke polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd bû. Xwestin bikin perçeyeke vê yekê û hewl dan bê wate bikin.   A niha heman yekê Erdogan bi rê ve dibe. Ecêb e ku me bi hevalan re ew nûçe temaşe kir. Hevalekê got; ‘’Vaye Erdogan dest danî ser Newroza Kurdan jî.’’ Di rastiyê de rastî ew e. Yanî wê yekê îfade dike.

Weke min anî ziman weke perçeyeke qirkirinê dibîne. Gelê Kurd, Cejna Newrozê weke çanda xwe, rastiya dîroka xwe û heqîqeta xwe pîroz dike. Wateyekê lê bar dike û pîroz dike. Gelê Tirk jî pîroz dike. Tirkmen jî. Li Tirkmenistan, Azarbeycan, Qixisiztan û Qazaxistanê jî tê pîrozkirin. Ev hemû beşên Tirkan in û pîroz dikin. Di rastiyê de çandek e û li gelek deveran tê pîrozkirin. Vaye ev hişmendî, ev hişmendiya neteweperest û nîjadperest wida dibîne. Hewl dide bê wate bike. Beriya niha nekarî vê yekê bikin. Ma dê Erdogan bikare!  A niha bi milyonan kes berê xwe didin qadan. Azadiyê diqîrin, li hemberî zulm û zordestan têkoşînê diqîrin, azadiyê diqîrin. Ev qas hişmendî… Yanî ev hewldan ala ne. Ez naxwazim zêde jî bînim ziman. Yanî hewlên pûç û vala ne.

LI PIŞT KOMKUJIYA ELEWIYAN TIRKIYE HEYE

Heta ku Tirkiye destê xwe ji Sûriyeyê nekişîne, li Sûriyeyê şer qet bi dawî nabe. Ev tevlîhevî û kaos ji holê ranabe. Tirkiye li pêşiya demokratîkbûna Sûriyeyê astenga herî mezin e. Hewl tê dayîn faşîzma li Tirkiyeyê belavî tevahiya Rojhilata Navîn bê kirin. Hewl dide tevahiya Rojhilata Navîn bişibihîne xwe, mîna xwe nîşan bide. Li Sûriyeyê hewl dide sîstemeke dewletê ya tekparêz, faşîst, mezhebperest û olperest, bi pêş bixe. Ew dijminê gelan, dijminê civakê, dijminê jinê, dijminê baweriyê û dijminê çandê ye. Li Tirkiyeyê çi dike bila bike, dixwaze li Sûriyeyê jî heman tiştî bi pêş bixe.

Ez bi awayekî vekirî bibêjim, ev komkujiya li Elewiyan hat kirin qirkirinek bû. Bi rastî jî pir bandor li me kir û em xemgîn kirin. Û li pişt vê komkujiyê û vê qirkirina li ser Elewiyan teqez Tirkiye heye. Ji xwe wan bi awayek eşkere anîn ziman. Ew endamên şerê taybet ên beşdarî televîzyonê dibin, ez çawa dikarim vê bêjim; Navên bêbinî yên ku qaşo berê leşkeriyê kirine û di nava artêşê de cih girtine. Derdikevin û rojê 24 saetan di bin navê pisporên ewlekariyê, pisporên terorê de civakê jehrî dikin.

Wisa şer gur dikin û edebiyeta şer dikin. Bi awayekî eşkere gotin; tevî HTŞ’ê me Elewiyan tepeser kirin. Bi awayekî eşkere gotin, ‘Me di komkujiyan de cih girt.’ Ji roja pêşî ve hemû hêzên SMO'yê yên girêdayî Tirkiyê xistin nav liv û tevgerê. Gelek komkujî ji aliyê hêzên SMO’yê ve hatin kirin. Ew hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyê û komên çete ew komkujî kirin.

Tirkiye ji qetilkirina bi hezaran Elewiyan berpirsyar e. Ev hêzên ku girêdayî Tirkiyeyê ne, berpirsyar in. Agahiyên cuda hatin belavkirin. Gotin ku Tirkiyeyê bi kobrayan hin gund bombe kirine, ji hewayê ve bombe kirine û SÎHA hatine bi kar anîn. Ev agahî yên di çapemeniyê de pir bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Teqez aliyek wê yên rast hene. Ew bi xwe dibêjin. Ev hemû delîl in. Bi xwe tînin ziman û dibêjin, "Bêyî me, Şam wê ti carî nekarîba tepeser bikira." Sûcên xwe îtiraf kirin. Ev hemû sûcên şer in, sûcên li dijî mirovahiyê ne. Divê Tirkiye bê darizandin. Tirkiye di komkujî û qirkirina Elewiyan de rol lîst. Vê yekê îtîraf kir.

Niha ji aliyekî din ve êrîşeke domdar li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye. Ev êrîş ti carî ranewestiyan. Li Kobanê malbateke ku ji deh kesan pêk dihat, qetil kir. 9 kes di heman kêliyê de şehîd bûn û hatin qetilkirin. Yek ji zarokên birîndar jî piştre jiyana xwe ji dest da. Ev sûcekî mezin ê şer e, ev sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye.

Bi salan e li dijî cih û warên sivîlan êrîş dikin, li cihên xizmetguzariyê dixin. Ev hemû sûcên şer in. Sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirin e. Dikeve çarçoveya sûcên qirkirinê. Ev hemû êrîşên qirkirinê ne. Cihê geniman bombe dike, stasyonên avê bombe dike. Li çavkaniyên jêrzemînan dixe. Bi vî rengî çend sivîl hatin qetilkirin. Heft zarok kuştin. Ev dewlet, ev desthilatdarî kujerê zarokan e. Divê hesaba vê bide.

Li Şamê lihevkirinek çêbû. Hema piştre zexteke giran li El-Şera kirin. Piştre pêşnûmeyeke destûra bingehîn derxist pêş. Lê belê bi vê nêzîkatiya heyî ne pêkan e ku hikûmeteke di bin bandora rasterast a Tirkiyeyê de bi rastî jî demokratîk be. Bi vê têgihiştinê re Sûriyeyeke demokratîk nayê avakirin û destûreke bingehîn a berfireh nayê çêkirin. Ev pêşnûmeya destûra bingehîn a navborî di bingeha xwe de xwedî avabûneke tekparêz û otorîter e. Weke pêşnûmeyeke dijî mafên jinan, mafên civakî û mafên gelên cuda ne. Ev yek teqez nayê qebûlkirin.

Ji ber vê yekê ji aliyê gelek koman ve nerazîbûn hat nîşandan û protestoyên tund hatin lidarxistin. Di vê wateyê de avakirina Sûriyeya Demokratîk xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Di vê wateyê de pêwîst e ji bo Sûriyeyek demokratîk têkoşîn bê dayîn. Ev gelekî girîng e. Sûriyeyeke demokratîk, destûreke Sûriyeya demokratîk tekane misogeriya hemû gelên li Sûriyeyê di warê çand û baweriyan de dijîn e. Misogeriya jiyana azad û demokratîk e. Eger wisa nebe wê demê li Sûriyeyê şer û kaos wê neqede. Şertê pêşîn ê vê yekê ew e ku Tirkiye - mîna ku min di destpêkê de got - destên xwe ji Sûriyeyê vekişîne. Çavkaniya van hemû pirsgirêkan Tirkiye bi xwe ye. Li pêşiya demokratîkbûna Sûriyeyê astengiya herî mezin e. Û pêwîstiya me bi têkoşîneke xurt a li dijî vê heye.