PIŞTGIRIYA JI BO PÊNGAVA AZADIYÊ
Li avahiya Parlamentoyê resepsiyona Newrozê hate lidarxistin ku ji Berdevkiya Parlamentoya Îngilistanê Sir Lindsay Doyle malûvanî ji vê resepsiyonê re kir. Resepsiyon ji aliyê Kurdish Progress ve ya ku navenda wê London e, hate lidarxistin. Komîsyona Têkîliyên Derve ya Meclîsa Gelê Kurd, Nûneriya Îngilistan a MSD’ê, zêdeyî 80 parlamenterên Partiya Karker, nûnerên civakê, aktîvîst û akademîsyen beşdarî resepsiyonê bûn.
SENDÎKAYA GMB’Ê PIŞTGIRIYA XWE YA JI BO GELÊ KURD NÎŞAN DA
Sekreterê Giştî yê Sendîkaya GMB’ê Gary Smith di resepsiyonê de axivî. Smith diyar kir ku bi salane sendîka bi gelê Kurd re di nava piştevaniyê de ye û got, “Em serbilind in ku di şahiyên Newrozê de bi gelê Kurd re ne. Weke sendîkaya GMB’ê ya xwedî 500 hezar endaman, em ê piştgiriya xwe ya ji bo pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bidomînin. Em di têkoşîna li dijî zilm û emperyalîzmê de timî bi we re ne. Em soza xwe ya piştevaniyê car din dubare dikin.”
‘EM DIXWAZIN KU GELÊ KURD BI XWE QEDERA XWE DIYAR BIKE’
Yek ji sendîkayên ku di pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ de roleke aktîf lîstiye, ASLEF e. Ji Sekreteriya Giştî ya vê sendîkayê Mick Whelan jî diyar kir ku peywendiyên di navbera tevgera Kurd û enternasyonalîstan de sala 1999’an di konferanseke ASLEF’ê de destpê kirin. Whelan got, “Ji wê konferansê em bi zanebûna ‘gelê Kurd xwedî wê mafê ye ku qedera xwe diyar bike’ derketin û ji wê rojê ve em piştevaniya xwe didomînin.”
Nûnerên ji her çar parçeyên Kurdistanê jî di resepsiyonê de axivîn. Siyasetmedarên Îngilîz eleqeyeke zêde nîşanî resepsiyonê dan. Serokê Koma Dostatiya Kurd a Parlamentoyê (APPG on Kurds) û Parlamenterê Exeter’ê Steve Race MP diyar kir ku ew ji bo projeyên civakî yên li Sûriyeyê piştgiriyê didin rola pêşeng a Kurdan û destnîşan kir ku ew geşedanan ji nêz ve dişopînin.
Parlamentera jin a destpêkê ya Kurd-Elewî ya Îngilistanê û Wezîra Teknolojiyê Feryal Clark MP jî di resepsiyonê de beşdar silav kirin û peyamên piştevaniyê ragihandin.
Nûneriya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) jî bal kişand ser geşedanên li seranserî Rojava û Sûriyeyê û bang kir ku li qadên siyasî û parlamenteran ev mijar di rojevê de bên girtin.
Nûnerê bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo rejîma heyî ya li Şamê rotaya xwe biguherîne, zextê lê bikin.
Resepsiyona Newrozê bi peyamên piştgiriya ji bo têkoşîna gelê Kurd û piştevaniya navneteweyî, bi dawî bû.