NASA’yê 3 gerestêrkên dişibin Cîhanê dît
NASA’yê 3 gerestêrkên dişibin Cîhanê dît
NASA’yê 3 gerestêrkên dişibin Cîhanê dît
Daîreya Hewavaniyê ya Neteweyî ya DYA’yê (NASA) aşkere kir ku wana sê gerestêrkên ku bi qasî dûrahiya di navbera roj û Cîhanê de ji stêrkên xwe dûr dîtine.
NASA’yê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku dibe di gerestêrka “Kepler-69c” ya ku di sîstema rojê ya Kepler-69 de cih digire û bi qasî 2 hezar û 700 sal ronahî ji Cîhanê dûr e, xwediyê şert û mercên ku bo jiyana mirovan kêrhatî be. Salek a vê gerestêrka ku ji sedî 70 zêdetir ji Cîhanê mezintir e, 242 roj e.
Li gorî pêşbîniyan gerestêrkên bi navê “Kepler-62e û “Kepler-62f” yên ku di sîstema rojê ya bi navê Kepler-62 de cih digirin dişibin Cîhanê û dibe di van gerestêrkan de av jî hebe.
Gerestêrka Kepler-62f ya ku ji sedî 40 ji Cîhanê mezintir e, xwedî dîtbariyeke bi kevir e û ji bo jiyanê piştî Cîhanê weke gerestêrka herî kêrhatî ye. Gerestêrka ‘Kepler-62e’ ji sedî 60 ji Cîhanê mezintir e.