Muzakereyên nukleerî yên bi Îranê re dewam dikin
Muzakereyên nukleerî yên bi Îranê re dewam dikin
Muzakereyên nukleerî yên bi Îranê re dewam dikin
Wezîrên Karên Derve yên welatên P5+1 û Îranê, hatin bajarê Swîsre Cenevreyê cihê lê muzakereyên nukleerî tên meşandin. Lihevkombûna hemû wezîrên karên derve weke pêşketinek ji bo peymanekê tê şîrovekirin.
Wezîrê Karên Derve yê DYE John Kerry, Wezîrê Karên Derve yê Fransa Laûrent Fabûîs, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Wezîrê Karên Devre yê Îngilîstanê Wîllîam Hagûe û Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Gûîdo Weterwelle, gihaştin cihê muzakereyan ê li peravê Gola Lemanê. Tê payîn Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yî jî beşdarî civînê bibe.
Di hevdîtinên 7-9'ê Mijdarê de jî tevgereke bi vî rengî xuya kiribû û ev yek weke nîşaneyeke lihevkirinê di mijara nukleerî ya Îranê de hatibû diyarkirin. Lê belê civîn bêyî encamek jê derkeve, bi dawî bûbû. Tê gotin vê carê rayedar di mijarên gelekî hesas de bi pêş ve çûne.
Wezîrê Fransî Fabîûs, ji ber ku ji muzakereyên hefteyên bihurî encamek derneket bi endaze nêz bû û di şîrove nekir. Bi tenê got ku ew dixwaze muzakere encamekê bi xwe re bîne.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Zarîf û şefa dîplomasiyê ya Yekitiya Ewropayê Catherîne Ashton re sohbet kir. Hat ragihandin ku biryar di encama hevdîtinên Ashton ên bi P5+1 (Welatên Endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û Elmanya) hatiye wergirtin.
Wezareta Karên Derve ya Çînê jî nirxandina asteke encamê di muzakereyan de hatiye bidestxistin" kir. Çavkaniyên dîplomatîk diyar dikin ku weke çareseriyeke navberê dikare mafê hilberîna nukleerî ya Îranê ji aliyê saziyên navneteweyî ve were qebûlkirin.
DYE û welatên din îdîa dikin ku tiştekî weke mafê hilberîna nukleerî nîne, lê Îran vê yekê weke mijara serweriya neteweyî dibîne. Îran dixwaze, di rewşeke lihevkirinê de ambargoya aboriyê bê rakirin.