Mubarek wê li malê bê ragirtin
Mubarek wê li malê bê ragirtin
Mubarek wê li malê bê ragirtin
Hat ragihandin, Serokkomarê berê yê Misrê Husnu Mubarek ê bi serhildana gel ji deshilatdariyê ket, piştî ji girtîgehê derkeve wê li malekê bê ragirtin.
Li gorî daxuyaniya Serokwezaretiya Misrê, Cîgirê Serokê Fermandariya Giştî di çarçoveya qanûna rewşa awarte de, biryareke ku fermanê dide Husnu Mubarek li malekê bê ragirtin, mor kiriye.
Edaleta Misrê, der heqê Serokkomarê têkbirî Mubarek ê 85 salî, ku ji dozeke karên ne li rê dihat darizandin, roja Çarşemê biryara berdana bi şert dabû. Dozgerî jî li dijî vê biryar derneket û bi vî rengî, ji bo berdana Mubarek ti astengî nema.