Moskowa: Divê Kurd di Konferansa Cenevreyê de werin temsîlkirin

Moskowa: Divê Kurd di Konferansa Cenevreyê de werin temsîlkirin

Wezareta Karên Derve ya Rûsya, da xuyakirin ku divê Kurd jî bi komên din re di heman astê de di Konferansa Cenevreyê de werin temsîlkirin.

Di daxuyaniya  Wezareta Karên Derve ya di sîteya înternetê ya fermî de hatiye weşandin wiha tê gotin: “Kurdên Sûriyeyê, di çarçoveya pêvajoya siyasî ya di navbera Sûriyeyiyan de bi komên din ên bi bandor û muxalîf re pêwîst e di heman astê de niyetên xwe vebêjin û di Konferansa Cenevreyê ya wê derfet bide ku karibin xwe biparêzin de ji nûnertiyekê feyde bigirin.”

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Rûsya pêşengiyê ji Konferansa Cenevre ya Duyemîn a Navneteweyî re dikin. Wezîrên Karên Derve yên her du welatan di destpêka meha Gulanê de ji bo çareseriya ji şerên li Sûriyeyê re ragihandibûn ku wê konferanseke navneteweyî li dar bixin. Konferansa destpêkê di Hezîrana 2012’an de hatibû lidarxistin.  Dîroka konferansa duyemîn nehat diyarkirin.