BI DÎMEN

Mizgîn Çolaq: Bernameya 2’yemîn Festîvala Şehîd Berçem gelek dewlemend e

Komîteya Amadekar û Koordînasyona Tevgera Jin a Hîlala Zêrîn Mizgîn Çolaq, ji bo 2’yemîn Festîvala Şehîd Berçem ku wê di navbera 6 û 9’ê Îlonê de pêk bê, got, “Bernameya festîvala me dewlemend e, bi tevlîbûna hemû pêkhateyan wê rengek xurt derkeve holê.”

Komîteya Amadekar a 2’yemîn Festîvala Şehîd Berçem û Koordînasyona Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatî Sûriyê Mizgîn Çolaq, têkildarî festîvala Şehîd Berçem a hunerî ji ANF`ê re axivî.

Mizgîn Çolaq, anî ziman ku di encama biryara di konferansa Hîlala Zêrîn de hatiye girtin Festîvala Şehîd Berçem tê lidar xistin û wiha got, “Festîval her du salan carekê tê li darxistin. Cara ewil li bajarê Helebê hat lidar xistin û ya îsal jî wê li bajarê Kobanê bê lidar xistin. Em ê her carê festîval li kantonekê pêk bînin. Îsal jî bi taybetî me xwest li bajarê berxwedanê, warê şehîd Arîn were lidar xistin. Ev festîval ji bo jinan xweser e û li ser asta Bakur Rojhilatî Sûriyeyê tê pêkanîn. Armanca me weke Tevgera Çand û Hunera Jinê ya Hîlala Zêrîn, çanda resen ya dayîkê car din nûjen bikin. Em dixwazin çanda ku bi destê jinan hatiye neqişandin, bi rêya hunerê derxin holê.”

WÊ HUNERMENDÊN DERVAYÎ WELAT JÎ DI NAVA FESTÎVALÊ DE CIH BIGRIN

Çolaq, destnîşan kir ku yek ji armanca êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qirkirina çandê ye û wiha domand, “Ev êrîş bi taybetî di şexsê jin û ciwanan de pêk tînin. Li dijî van êrîşan bi çalakiyên cur bi cur em çanda xwe zindî dikin. Di festîvalê de wê hemû pêkhateyên herêmê cihê xwe bigirin. Wê hunermendên dervayî welat hunermendên cîhanî jî tevlî festîvalê bibin. Wê hunermenda Tunisî Emel Mathlouthî û hunermenda ji Rojhilatê Kurdistanê Şedî Xulemî jî tevlî festîvalê bibin."

FESTÎVAL WÊ 4 ROJAN BERDEWAM BIKE

Mizgîn Çolaq, da zanîn ku wê festîval bi tevlîbûna jinên ji Kantona Qamişlo û Kantona Şehba-Efrîn û gelek herêmên din bi coş û pêşandanên rengîn pêk bê û wiha axivî, “Di festîvalê de wê komên govendê, komên şano, stran, karê destan û wênexêzî hebe. Du danê festîvalê heye, bi roj wê di hundirê navenda Çand û Hunera Baqî Xido de û bi şevê jî li qada şehîd Egîd wê bê li darxistin. Wê di nava Çand u hunerê de kurtefilîm, şano, dîlan û panêl bên organîzekirin. Wê di êvara 6’ê Îlonê de li qada şehîd Egîd jî konsêrtên hunerî bê li darxistin. Festîval wê 4 rojan pêk were û li ser esasê sê beşan weke çand, huner û wêje bê seknandin.

FESTÎVAL DI ÇARÇOVEYA PÊNGAVA AZADIYA ABDULLAH OCALAN DE WÊ PÊK BÊ

Festîval wê roja ewil bi pêşangeha wênexêzî û karê destan destpê bike. Em vê festîvalê diyarî şehîd Berçem û Rêber Apo dikin û ev festîval jî wê di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk’ de pêk were. Ji bo festîvala ku wê di 6’ê Îlonê de destpê bike û heta 9’ê Îlonê berdewam bike, nêzî 30 hezar belavok wê li herêmê bên belavkirin.

EM Ê XWEDÎ LI ÇANDA XWE DERKEVIN

Wê bernameyên hunerî wiha bin, 12 komên muzîkê ji hemû pêkhateyan be, 11 komên govendê ji hemû pêkhateyan, şano wê 4 kom bin û wê karê dest û wênexêzî jî hebin. Em bi hêvî ne ku hemû gelên me tevlî festîvalê bibin û em xwedî li çanda xwe derkevin. Çendî êrîş li dijî me bê kirin jî, em ê xwedî li çanda xwe derkevin. Gelek hunermedan jî xwest tevlî vê festîvalê bibin, lê ji ber rewşê nikarîbûn wê ji 7 welatan bi rêya weşana zindî tevlî festîvalê bibin."

Şehîd Berçem Hunermendeke ji Efrînê ye. Hunermeda yekeme ku ji Rojavayî Kurdistanê tevlî nava refên azadiyê bibû û endama Koma Agiriyê ye. Şehîd Berçem piştî xebateke dem dirêj di qada çand û hunerê de, berê xwe da çiyayên azad û di sala 1999`an de şehîd bû.