Mîhrîcana 32'emîn bi meş û govendê dest pê kir

Mîhrîcan ku festîvala herî demdirêj a Kurdistaniyên li Ewropayê ye, îsal a 32'emîn pêk tê. Mîhrîcanê li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi coş dest pê kir.

Bi sedan lîstikvanên govendê saet 10'an li ber Stasyona Trenê ya Hannoverê li hev civiyan û bajar bi rengê Kurdî xemilandin.

Lîstikvanên govendê yên ji gelek bajarên Elmanya, Fransa û Swîsreyê li hev civiyan, li ber dahol û zirneyê govend gerandin.

Piştre meşa Mîhrîcanê dest pê kir. Bûka ku li hespa bi rengên kesk, sor û zer hate xemilandin siwar bû, li pêşiya kortejê bû. Li pişt wê jî girseya gel meşiya.

Lîstikvanên govendê bi çepik û tilîliyan xwe gihandin Navenda Çandê ya Pavillon ku wê pêşbirka govendê pêk were.

Bi navê Komîteya Amadekar Hevberdevkên TEV-ÇAND'ê Bulent Tûran û Xezal Ertaş destpêkê axivîn.

Hevberdevkan diyar kirin ku Mîhrîcan di nava çanda Kurdistanê de xwedî girîngiyeke mezin e û gotin, "Yên ku xwedî li vê çandê derkevin ciwanên me ne."

Ji Navenda Çanda Demokratîk a Kurd a Hannoverê Ayfer Amara û Ciwan Çewlik axivîn, kêfxweşiya xwe ya ji ber malovaniya Mîhrîcanê anîn ziman û ji beşdaran re serketin xwestin.

Wê îro jî ji bo komên derketin ser dikê pişk bê avêtin, komên govendê yên zarokan Koma Cangorî û Koma Mam Zekî wê derketin ser dikê.

Di Mîhrîcanê de wê 26 kom ji bo yekemîniyê hunera xwe pêşkêş bikin.