Merkel wê bibe serokwezîr, wê nebe, wê bibe wê nebe...
Merkel wê bibe serokwezîr, wê nebe, wê bibe wê nebe...
Merkel wê bibe serokwezîr, wê nebe, wê bibe wê nebe...
Ji hilblijartinên giştî yên federal ên Elmanyayê re 40 roj man. Lêpirsînên nava gel geh serketina çepgiran geh ya rastgiran nîşan didin.
Lêpirsînên gel ê ji bo hilbijartinên 22'ê Îlonê de Partiyên Yektiya Xiristiyanan CDU-CSU ya bi serokatiya Serokwezîr Angela Merkel bi rêjeya ji sedî 40 weke partiya yekemîn nîşan dide, Partiya Sosyal Demokrat a li mûxalefetê jî li gorî van lêpirsînan benda ji sedî 30 derbas nake.
Şansê deshilatdariyê yê Partiya Sosya Demokratan (SPD) û Yekitî/90 Partiya Keskan (Grunen), ji ber ku bi ti awayî nêzî koalîsyona bi Partiya Çep (Die Linke) nabe û weke dijmin dibîne, tineye. Tevî betlaneya havînê jî Partiya Çep seferberiya xwe dewam dike.
Ji ber ku popularîteya namzetê serokwezaretiyê yê SPD'ê Peer Steinbruck her diçe kêm dibe, şensê lîdera CDU Angela Merkel zêdetir dibe. Hewldanên SPD'ê yê dixwaze ji ser mijara Ajansa Ewlekariya Netewî ya Emerîkî a guhdarîkirina gelek welatan li Merkel bixe, hînê ti encam negirtiye.
Die Linke jî dixwaze, hemû derdorên bi NSA re hevkarî kirine, hesabê bidin.
LÊPIRSÎNÊN GEL DIBÊJIN 'RAST' YAN JÎ 'KOALÎSYONA MEZIN'
Der heqê hilbijartinên giştî de, lêpirsînên 5 kargehên mezin ên di nava 10 rojan de eşkere kirin, xwedî heman encaman e. Lê belê her çend encamên lêpirsînan dişibin hev jî, ji ber ku rêjeya dengan ên ji bo partiyên rastgir û çepgir nêzî hev in, ji niha ve nayê zanîn ka hikûmeta nû ya welêt wê ji kê pêk were. Dîsa jî, bi îhtimalek mezin wê Angela Merkel û partiya CDU careke din bê ser deshilatdariyê.
Li gorî lêpirsîna kargeha Emnid, CDU-CSU ji sedî 41, SPD ji sedî 25, Kesk ji sedî 13, Die Linke ji sedî 8 û FDP ji sedî 5'an deng distîn û wê têkevin Meclîsa Federal (Bundestag). Li gorî vê lêpirsînê wekhevî xuya dike, lê Angela Merkel bi ferqek biçûk bi ser dikeve.
Lêpirsîna dawî ya kargeha Forsa û Infratest-dimap nîşan dide ku koalîsyona CDP-CSU û FDP'ê careke din dibe deshilatdar. Li gorî lêpirsîna Forsa CDU-CSU ji sedî 40, FDP ji sedî 5, SPD ji sedî 23, Kesk ji sedî 14 û Die Linke ji sedî 7'ê dengan werdigire.
Li gorî lêpirsîna Infratest-Dimap jî CDU-CSU ji sedî 42, SPD ji sedî 25, Kesk ji sedî 13, Die Linke ji sedî 7 û FDP ji sedî 5'ê dengan werdigirin.
DU LÊPIRSÎNÊN DIBÊJIN NE BI TENA SERÊ XWE NE JÎ BI ÇEPGIRAN RE
Lêpirsînên Forschungsgruppe Wahlen û INSA jî nîşan didin ku dengên partiyên çepgir, koalîsyona rastgiran li dû xwe dihêlin. Di lêpirsîna Forschungsgruppe Wahlen de CDU-CSU ji sedî 41, SPD ji sedî 25, Kesk ji sedî 13, Die Linke ji sedî 7 û FDP jî ji sedî 5'ê dengan werdigirin.
Di lêpirsîna INSA de jî CDU-CSU ji sedî 39'an di rêza yekemîn, SPD ji sedî 26'an di rêza duyemîn, Kesk ji sedî 14'an di rêza sêyemîn, Die Linke ji sedî 8'an di rêza çaremîn û FDP jî bi dengê ji sedî 5'an di rêza pêncemîn de cih digire.
Herçeng li gorî van herdu lêpirsînan partiyên çep piraniya dengan bi dest dixin jî, ji ber SPD û Keskî bi Die Linke re koalîsyonê nakin, şensê wan ê deshilatdariyê tineye. Lê koalîsyona heyî ya CDP-FDP ya heyî jî bi tena serê xwe nikare bibe deshilatdar.
Li gorî encamên lêpirsînan, koalîsyonên gengaz ên CDU-CSU û FDP, CDU-SPD yan jî CDU-Keskî xuya dikin.