Merkel: Li ser nirxên Ewropayê bazarî nayê kirin!
Merkel: Li ser nirxên Ewropayê bazarî nayê kirin!
Merkel: Li ser nirxên Ewropayê bazarî nayê kirin!
Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel di axaftineke xwe ya li parlamenta Elman de ji Tirkiyê re peyivî û destnîşan kir ku, nirxên Ewropayê nabe bibin mijara bazariyan.
Serokwezîra Elmanyayê got, di serî de azadiya ramanê hemû nirxên Ewropayê nabe bibin mijara bazarê.
Merkel bal kişand ser vebûna mijareke nû ya roja Sêşemê ya ji bo danûstandinên endametiyê yên Tirkiyê û diyar kir ku, vê lihevkirinê nîşan da ku Tirkiye hevkarekî girîng e.
Hêjayî gotinê ye, Wezîrên Karên Derve yên welatên endamên Yekitiya Ewropayê erê kiribûn, ku di danûstandinên bi Tirkiyê re mijara bi sernavê "polîtîka herêmî" bê vekirin.