Merkel dilrehet e, SPD bê hevî, Die Linke jî xurt dibe
Merkel dilrehet e, SPD bê hevî, Die Linke jî xurt dibe
Merkel dilrehet e, SPD bê hevî, Die Linke jî xurt dibe
Ji bo hilbijartinên giştî yên federal ên Elmanyayê sê hefte man. Di rewşa heyî de Serokwezîr Angela Merkel li pêş xuya dike, hêviya deshilatdariYê ya demokratên sosyal (SPD) kêm dibe û Partiya Çep (Die Linke) jî di anketan de serketî dixuye.
Ji bo hilbijartinên giştî yên 22'ê Îlonê, kampanyayên hilbijartinê yên partiyan dewam dikin. Li gorî anketan, şensê deshilatdariyê yê partiya mûxalefeta navendî SPD û Keskan bi qasî tinebûnê kêm e.
Ji ber ku SPD û Kesk koalîsyoneke sor+sor+kesk (Rot+rot+grun) a bi Die Linke re dikin, tê payîn alternatîfên careke din CDU/CSU û FDP an jî CDU/CSU û SPD bikeve rojevê.
DEMOKRATÊN SOSYAL BÊ HÊVÎ NE; DIBE KU HILBIJÊRÊN ÇEP NEÇIN SER SINDOQAN
Hilbijêrên çep bi taybetî der heqê namzêt SPD yê serokwezîriyê Peer Steinbruck xwedî rezervên cidî ne. Stenbrucke ji ber ku di destpêka vê salê de got heqdestê serokwezîran (17 hezar euro) kêm e, rastî nerazîbûneke cidî ya civakê hat. Her weha di dema wezîrtiya xwe ya maliyê de jî bûbû mijara hin sûcdariyan. Tê îdîakirin ku ji ber faktora Steinbruck di nava partiya SPD de nerazîbûnên cidî hene û endamên partiyê bi awayekî bêmoral xebatên xwe yên hilbijartinê dewam dikin.
Ji ber ku SPD ne alternatîfê deshilatdariYê ye, fikar tê kirin ku hilbijêrên çep neçin ser sindoqan û mîna sala 2009'an beşdariya li hilbijartinê (ji sedî 70) kêm be. Kêmbûna beşdariya li hilbijartinan a li bajarên mezin, bi kêrî Serokwezîr Angela Merkel tê ku li herêmên bejahî bi bandor e.
Dibe SPD de ew rêjeya ji sedî 23'an ku di sala 2009'an de wergirt û ev yek rêjeya herî kêm a ji sala 1949'an û vir ve ye, di hilbijartinên îsal de bi dest nexe.
DENGÊN ÇEP ÊN ÇEPGIR ZÊDE DIBIN
Partiyeke din a çep Die Linke, li gel paşketina du salên bihurî jî, gengaze ku ji nû ve bibe navnîşana nû ya hilbijêrên çepgir. Die Linke di sala 2009'a de ji sedî 11,9'ê dengan girt û weke partiya duyemîn a çepgir tevlî Meclîsa Federal (Bundestag) bû. Die Linke li gorî anketan yekemcar piştî du salan dengên xwe zêdeyî ji sedî 10'an kiriye.
Die Linke di navbera salên 2011 û 2012'an de ji ber gotûbêjên li ser lîderiya nava partiyê, nîqaşên îdeolojîk gelekî zehmetî kişandibû û li hin eyaletan rêjeya dengê wê daketibû ji sedî 5'an. Die Linke bi taybetî xwedî polîtîkayên parastin mafên xebatkaran, heqdest, parastian dewleta civakî, kontrolkirina sîstema bankeyan, perwerdeya bêpere û wekhev, di polîtîkaya derve de derketina derveyî rêgeha DYE û NATO ye.
DI ANKETAN DE JI KOALÎSYONA ŞER-ZER RE ŞENSEKÎ BÊTIR TÊ DAYÎN
Li gorî 7 ankêtên hilbijartinê yên cûda di navbera 20'ê Tebax û 1'ê Îlonê hatine kirin de, her pênc partiyên mijara gotinê benda ji sedî 5'an derbas dikin û dikevin Budestagê. 6 ji van ankêtan nîşan didin ku hevkarên deshilatdariyê CDU/CSU-FDP wê ji nûve bibe deshilatdariya ji koalîsyona "Reş-Zer". Li gorî van ankêtan dengên partî bistînin weha ne:
Allensbach: CDU/CSU ji sedî 39, SPD ji sedî 24,5, Kesk, ji sedî 13,5, Die Linke ji sedî 7, Korsan ji sedî 2, AfD ji sedî 3, yên din ji sedî 4.
Emnid: CDU/CSU ji sedî 39, SPD ji sedî 23, Kesk ji sedî 11, Die Linke ji sedî 10, FDP ji sedî 6, Korsan ji sedî 3, AfD ji sedî 3, yên din ji sedî 5.
Forsa: CDU/CSU ji sedî 41, SPD ji sedî 22, Kesk ji sedî 11, Die Linke ji sedî 10, FDP ji sedî 5, Korsan ji sedî 3, AfD ji sedî 3, yên din ji sedî 5.
Forschungsgruppe Wahlen: CDU/CSU ji sedî 41, SPD ji sedî 26, Kesk ji sedî 12, Die Linke ji sedî 7, FDP ji sedî 6, AfD ji sedî 3, yên din ji sedî 5.
GMS: CDU/CSU ji sedî 41, SPD ji sedî 25, Kesk ji sedî 12, Die Linke ji sedî 8, FDP ji sedî 6, AfD ji sedî 3, Korsan ji sedî 1 û yên din ji sedî 4.
Infratest Dimap: CDU/CSU ji sedî 41, SPD ji sedî 26, Kesk ji sedî 11, Die Linke ji sedî 8, FDP ji sedî 5, AfD ji sedî 4, Korsan û yên din ji sedî 6.
Li gorî ankêta dawî ya INSA: CDU/CSU ji sedî 39, SPD ji sedî 25, Kesk ji sedî 14, Die Linke ji sedî 7, FDP ji sedî 6, Afd ji sedî 3, Korsan ji sedî 3 û yên din ji sedî 3.