Meksîka di bin gefa du bageran de ye

Meksîka di bin gefa du bageran de ye

Li parzemîna Emerîkayê ku demsala ba û bageran destpê kir, Meksîka di bin gefa du bageran de ye.

Bagera Îngrîd a li Kendava Meksîkayê rû da, leza wê gihaşt ji saetê 120 kîlometreyî û bi vî rengî veguherî bagereke asta yekemîn.

Tê payîn bagera Îngrîd roja Duşemê bigihêje peravên rojhilatê welêt.

Rayedarên eyaleta Veracrûzê, ji ber nêzbûna bagerê, zêdeyî 5 hezar kes veguhastin.

Şert û mercên nebaş ên hewayê yên beriya veguehre bagera Îngrîd, li eyaletê zerar dabû zêdeyî hezar xanî û 12 piran.

Li peravên rojava yên welêt jî, bahoza tropîk ê Manûel tê payîn. Bahoza ku leza wê saete gihaşt 110 kîlometreyî, vê sibehê xwe gihand peravên başûrrojava yên welêt. Manûel ku gihaşt asta bagerê, tê payîn li bajarên Oaxaca û Guerrero rê li ber barîneke zêde ya baranê veke.